Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin

  • jin
  • 09:02 12 Cotmeh 2022
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd, tirkmen, azerî, faris û ereb ên li Îranî bang kirin ku têkoşîna divê têkoşîn xurttir bibe û wiha gotin: “Em ê bi ser bikevin. Mirin jî tê de be em ê bi ser bikevin. Dê nifşên nû azad bijîn." 
 
Li bajarê Tahran yê Îranê Jîna Mahsa Amînî li Tehrana Îranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna Amîniyê re bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakî dest pê kiribûn û ev çalakî pel bi pel li seranserê welêt belav bûn. Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan hatine destpêkirin li seranserê welêt berdewam dikin. Her wiha li Rojhilat û Îranê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane di ser sedî re ne. Lê dîsa jî berxwedana gel a li kolanan didome. Jinên kurd, tirkmen, azerî, faris û ereb ên îranî têkildarî berxwedan û serîhildana jinê ya li welêt ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Nîna Xudaverdî ya faris ku ji bajarê Tehrana Îranê ye, diyar kir ku cara yekem e ku jin di daxwaza xwe ya ji bo azadiyê de xwedî biryar in û wiha axivî: "Li Îranê tu xebatên min ên siyasî çênebûne. Lê wekî jinekê ez jî rastî tundî û zordariya rejîmê hatime. Bingeha serhildana jinên Îranê xwe disipêre bingeheke çandî, civakî, siyasî û dînî. Civaka Îranê û nifşên nû yên niha, pêdiviya wan bi hişyarî û zanînê heye. Ji ber ku em di cîhaneke wisa de ne ku êdî ne mimkun e ku mirov di warê pirsgirêkên kevneşopî û mafên mirovan de bê sînordarkirin. Ev guhertina rêzê ye. Nifşên wekî dayikên me di bin zextên hikûmetê de bi tirsonekî û kevneperestî hatin mezinkirin. Lê belê niha nifşên nû bêdeng namînin û daxwazên xwe venaşerin. Bêguman pêkanîna edalet û azadiyê girîng e. Dê pozîsyona jinê ya îro di civakê de û di jiyana rojane de bandora xwe li gelek dînamîkan bike. Ji çawaniya mezinkirina zarokan bigire heta afirandina nifşekî azad wê bandorê bike. Peyama min ji bo hemû jinên cîhanê û ji zilamên zalim re jî ev e: Em ê bi ser bikevin. Em zanibin di dawiyê de mirin jî heye em ê bi ser bikevin. Û dê nifşên keç ên bê azad bijîn."
 
'DIBE SEDEMA HILWEŞANDINA PERGALÊ'
 
Negar Mensûr a ji Tehranê ku nivîskara kovara jinan a Everyday Femînîzmê ye jî anî ziman ku jin bûye dirûşmeya sereke ya şoreşê û wiha got: "Ev şoreş wekî berteka li hemberî qetilkirina jineke kurd dest pê kir. Ev jin çarçefa xwe ya ku sembola zext û kontrolkirina bedena wan e dişewitînin. Ev tevgera jinê li dijî desthilatdariya dînî ye. Hîcab xeta sor a Komara Îslamî ye. Ji ber vê yekê jî jiholêrakirina dersûkê dibe sedema hilweşandina pergalê. Helbet divê em jibîr nekin ku hîcab ne tenê cureyek pêgirtinê ye, dibe ku sînordariyeke ku bi salane jinên Îranî xeniqandiye. Ji ber hîcabê nikarin bi serbestî avjeniyê bikin, bi serbestî werzişê bikin, nikarin bireqisin, nikarin bimeşin. Ji tiştên herî biçûk jî bêpar tên hiştin. Rejîma dînî ya Îranê bi salan e jin xeniqande û niha jin diqîrin û dibêjin, 'êdî bes e.' Li Îranê yekem care ku azadiya jinê û peyva 'jin' dibe dirûşmeya sereke ya şoreşê. Li Îranê jî wekî her civaka baviksalarî di dema şoreşan de daxwazên jinan nehatin bihîstin û hatin tepisandin. Ji ber vê yekê ev dirûşme jin û daxwazên wan kirin mijara sereke ya şoreşê. Ji aliyekî din ve jî bi berçavgirtina temenê vê dirûşmeyê û têkiliya wê bi jinên kurd re, bikaranîna gotina 'jin, jiyan, azadî' li Îranê bi awayekî hevgirtinê di navbera jinên ji pêkhateyên cuda yên etnîkî de çêkiriye. Ev dirûşme û êşa hevpar a salan girêdana hevgirtinê di navbera jinan de xurt kir. Ev hevgirtin di xwepêşandanan de tê dîtin. Jin hev du hembêz dikin û hêsir dibarînin, li hemberî zaliman parastina hev dikin. Divê jinên Rojhilata Navîn ji şoreşa jinên Îranê îlham bigirin û li welatê xwe li dijî baviksalariyê têbikoşin. Banga min ji jinan re ev e; Bibin dengê jinên Îranê û ya herî girîng jî bêdeng nemînin.”
 
'ME DIZANIBÛ KU EM Ê SIBÊ BIBIN MAHSAYEKE DIN'
 
Rojnamegera kurd a ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê Hîwa Heyvê jî diyar kir ku divê şoreşa jinên Îranê li hemû welatên cîhanê belav bibe û wiha domand: “Bi salan e li ser jinên Îranê zext û zordarî heye. Ev zext di van salên dawî de jî zêde bûne. Zilm li jinan yek ji qanûnên hikûmetê ye. Qetilkitina biêş a Mahsa Emîniyê anî bîra me ku li vî welatî jiyana me çi qas bêqîmet e. Anî bîra me ku malbat û dewlet me çiqasî bindest dike. Û her yek ji me dizanibû ku dibe ku sibê em jî bibin Mahsayeke din. Piştre me biryar da ku dema Mahsayê hatiye. Me zanîbû ku wexta me ya rûniştinê tune ye. Divê em li bendê nemînin ku zilamên Îranê û dewleta baviksalarî tiştekî ji bo me bikin. Dem dema wê bû ku jin bibin alaya şoreşê. Diruşmeya, 'jin jiyan azadî' ji bo jineke ku heta mehek berê jî tu mafên wê yên mirovî nedihatin berbiçavkirin gelekî bi nirx e. Di dîroka Îranê de dibe ku cara yekem e ku jin pêşengiya tevgereke bi vî rengî doza mafên dikin. Dirûşmeya 'jin jiyan azadî' wê êdî her tim bîne bîra mêran ku ev şoreşa jinê ye û êdî nikarin jinan bidin sekinandin. Pirsgirikên civakê êdî ne pirsgirêkên aborî û ne jî tiştekî din e. Em jin pêşengên civakê ne. Jinên Îranî xwedî êşên hevpar in. Di qanûnên civaka dînî ya baviksalarî de em hemû ne wekhev bûn. Em hemû jinên Îranî ji hemû mafên xwe bêpar mane. Divê jinên cîhanê û bi taybetî femînîst bibin dengê jinên Îranê, hişyariyê belav bikin û rê nedin ku cîhan li hemberî bûyerên li Îranê diqewimin bêdeng bimîne. Jinên Îranê dest bi têkoşîneke mezin kirine û divê jinên cîhanê bibin dengê vê têkoşînê.”
 
'ÊDÎ KES NIKARE HÊZA JINÊ ÎNKAR BIKE'
 
Endezyara ereb Heyfa Esadî ku li bajarê Ehwaza Îranê ye,  bal kişand ser hevgirtina jinên cîhanê ya bi jinên Îranî re û ev tişt gotin: "Peyamek heye û dibêjin, 'mêr alîkariya me nekin jî em ê pişta hev bigirin û piştgiriyê bidin hev.' Êdî kes nikare hêza jinê înkar bike. Jinan bi awayên cuda piştgiriya xwe ji bo jinên îranî û kurd nîşan dan. Ev pir bi nirx e. Tişta ku jinên cîhanê bikin ew e ku rewşa jinên Îranê fêm bikin. Divê jinên li welatên din ên cîhanê bibînin ku zilma baviksalarî çawa bedena jinên Îranê kontrola dike. Hişmendiya baviksalariyê bi her awayî bedena jinê kontrol dike. Li Amerîkayê kurtajê qedexe dike û rê û rêbazên pêşîlêgirtina ducaniyê li Îranê pêşkêş dike. Hişmendiya baviksalariyê li hemû cîhanê xwe dide der. Ez wekî jineke ereb a Îranî bi hevgirtina jinên cîhanê ya li gel jinên îranî serbilind im. Spas ji bo hemû jinên ku hevgirtina xwe bi me re diyar kirine. Ev jihevfêmkirin cîhanê dike ciheke aram." 
 
'GUHERTIN Û VEGUHERTIN DÊ BI DESTÊ JINAN ÇÊBIBE'
 
Elnaz Purya a azerî jî ku li Tehranê ye, destnîşan kir ku jin xwedî hêzeke pergalî ne û wiha got: “Ez difikirim ku vê carê guhertin û veguhertin dê bi destê ciwan û jinan çêbibe. Hêza tunekirina qanûnên şerîetê jin in. Helbet mêrên îranî jî piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê. Jin di nava civakê de parçeyek nedîtî bûn, bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî'yê bûn kirdeya guhertinê. Armanca hevpar a hemû komên etnîkî li Îranê guhertina qanûnên şerîetê yên desthilatdar e. Bi baweriya min berdewamiya van xwepêşandanan dê bibe sedema guhertinên qanûnên îslamî. Ger em bi ser bikevin, îhtîmal heye ku di pergala hikûmetê de guhertin çêbibe. Bi dîtina min hemû gelên Rojhilata Navîn kêm zêde rastî zagonên newekhev tên. Guhertinek di welateke Rojhilata Navîn de çêbibe wê ev bandorê li ser welatên din jî bike. Ev şoreşa ku li Îranê jî hatiye destpêkirin nîşanî me dide ku di demên pêşiyê de em ê li Rojhilata Navîn bibin şahidê şoreşên jinan."
 
MA / Zeynep Dûrgût