Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin

  • jin
  • 10:03 12 Cotmeh 2022
  • |
img
DÊRSIM - Parêzer Fatma Kalsen a ji bo Serokatiya Baroya Dêrsimê hat bijartin diyar kir ku ew ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin û dê di pêvajoyên biryargirtinan de bêtir jin cih bigirin. 
 
Tevî rêjeya temsîliyeta mêran a di hemû sazî û rêxistinan de jin ji bo temsîliyeta wekhev têdikoşin. Jin hema bêje di her rêxistinî de bi gotin û kirinên xwe hebûna xwe diparêzin. Lê hêj di asta tê xwestin de temsîliyeta wekhev pêk nehatiye. Li gorî daneyên sala 2021'ê yên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ji sedî 45,86 parêzerên ku li baroyan qeydkirî ne jin in, ji sedî 54,14 jî mêr in. Tevî ku di hejmara parêzerên jin de zêdebûn hat dîtin jî, rêjeya rêveberiyê negihîşt asta ku tê xwestin. Li gorî daneyan di 79 baroyan de tenê 9 serokên baroyên jin hene.
 
Di hilbijartina îsal a Baroya Dêrsimê de Fatma Kalsen hat bijartin. Kalsen li ser xebatên dê bikin axivî. 
 
ZÊDEKIRINA TEMSÎLIYETA JINAN 
 
Kalsen diyar kir ku beriya her tiştî hewldana wan ew e temsîliyeta jinan di xebatên baroyê de zêdetir bikin û got: “Armanca me ew e k udi her kademeyên rêveberiyê de jin hebin. Çimkî di nava civakê de jin her tim li plana paş tên hiştin. Em dixwazin jinan derxin pêş û serdestiya zilaman bişikînin. Helbet em hem viya dixwazin li baroya xwe û hem jî di cıvata giştî de jin bêtir cih bigirin. Nîvê delegeyên baroya me ji hevalên me jin pêk tên. Yanî me di vî warî de ji bo temsîliyeta wekhev ketin nav hewldanan.” 
 
PIŞTEVANIYA HIQÛQΠ
 
Kalsen bal kişand ser nûjeniyên ku dê di serdema nû de ji aliyê jinan ve bînin, bi rêya komîsyona mafên jinan a baroyê dê desteka hiqûqî bidin jinên ku di nav civakê de bi cihêkarî, şîdet û îstîsmarê re rûbirû dimînin. Kalsen wiha got: “Bi van xebatan em armanc dikin ku jin bigihijin serkeftinên ku di civakê de li mafên xwe xwedî derkevin, bi xwe bawer bin û li dijî neheqiya li wan tê kirin li ber xwe bidin. Em hem li Dêrsimê hem jî li bajarên din bi komîsyonên baroyan re xebatên hevpar bikin. Armanca me ew e ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û bi taybetî li dijî qirkirina jinan xurtir bikin. Ji ber ku tundiya li ser jinan û kuştina jinan yek ji birînên herî kûr ên civaka me ye.” 
 
PÊVAJOYÊN BIRYARGIRTINÊ 
 
Kalsen da zanîn ku di baroyan de tesmîliyeta jinan kêm e û ev li Dêrsimê guheriye û di rêveberiyê bi piranî jin hatine bijartin. Kalsen anî ziman ku baroyên din ne xwediyê heman wêneyê ne û wiha got: “Tevî ku ji yekê zêdetir sedemên vê yekê hene; bi giranî bi wê yekê ve girêdayî ye ku feraseta serdest a mêr a ku di civakê de serdest e, ji ber dorpêçkirina jinê ye. Rolên zayendî û berpirsiyariya dijwar û giran a ku civak li ser jinê ferz dike mixabin jinan li paş xwe dihêle. Ji bilî ez wisa difikirim ku feraseta zihniyeta serdest a mêr a ku di asta rêveberiyê de cih ji jinan re nahêle jî pir bi bandor e. Em armanc dikin ku di dema pêş de bi komîsyonên baroyan û hevrêyên xwe yên jin re bi taybetî li herêma xwe bicivin û xebatên ku rê li ber jinan veke ku di pêvajoyên biryargirtinê de cih bigirin û kadroyên rêveberiyê yên li herêmê bigrin. pêvajoyên pêşerojê." 
 
BO DOKÛ TÊKOŞÎN 
 
Kalsen her wiha destnîşan kir ku ew ê ji bo Gulistan Dokû ya li Dêrsimê ji çileya 2020’an ve winda ye jî dê ji bo aqûbeta wê têkoşîna xwe ya edaletê û hiqûqî bidomînin. Kalsen bang li parêzerên jin û baroyan kir ku divê jin hin bêtir di rêveberiyan de cih bigirin û wezîfeyan hildin ser mile xwe. Kalsen got heke jin wezîfeyê bigirin dê temsîliyeta wekhev pêk were û pêşî li azadiya jinan bê vekirin.