Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e

  • jin
  • 11:11 12 Cotmeh 2022
  • |
img

ÊLIH - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, diyar kirin ku bi qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê berxwedana jinan hedef hate girtin û bi lêv kirin ku di komkujiyê de berpirsyariya PDK’ê heye. 

 
Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. Qetilkirina Akarselê li Tirkiyeyê û cîhanê hate şermezarkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, bal kişand ser berpirsyariya PDK’ê ya di komkujiyê de û xwest têkiliyên kujerê hatiye girtin bên aşkerekirin.
 
‘ÊRIŞ SEDEMÊ BERXWEDANA ME NE’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Şukran Akkûrt, bi lêv kir ku di hedefa dewletên serwer ên mêr de jin hene û wiha got: “Li Başûr Nagîhan li Rojhilat Amînî qetilkirin. Dewlet tehamulî jinên ku li berxwe didin nake. Di destê Nagîhanê de çek nebû, pênûs hebû. Ev êriş me natirsînin, dibin sedemê berxwedana me. Kesên li Parîsê 3 jin qetilkirin jî bi vê armancê qetilkirin. Lê jinan paş ve gav neavêtin.”
 
‘PDK BERPIRSYAR E’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Saadet Acet jî diyar kir ku jin li her qadê li ber xwe didin û ji ber vê yekê tên qetilkirin û got: “Jin di her qada jiyanê de bi pêşengtiya xwe jîn dide. Ji ber ku jin xweza ye. Xweza tê qetilkirin?” Acet, diyar kir ku ji ber Nagîhan Akarsel keseke pêşeng bû kirin hedef û wiha berdewam kir: “Di qetilkirina Nagîhanê de PDK berpirsyar e. Heke ew ne berpirsyar bûna da çawa were qetilkirin? Jineke kurd a li ber xwe dide heye. Divê em xwedî li berxwedana wê derkevin. Ez qetilkirina Akarselê şermezar dikim. Bila ev qetilkirin bi dawî bibin. Êdî bes e.”
 
‘JIN TIRSÊ NABÎNE, NATIRSE’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Şukran Dal jî bi lêv kir ku wê têkoşîna jinên tên qetilkirin bidomînin û wiha axivî: “Em bang li jinên cîhanê dikin; Werin em li dora dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bibin yek û berxwedanê mezin bikin. Jina ku li ber xwe dide tirsê nabîne, natirse. Jin li girtîgehan, li derve, li her derê cîhanê li ber xwe didin.”
 
Dal, diyar kir ku hikumeta Barzanî li pişt kurdan nasekine û xwest têkiliyên kesê hatiye girtin bên aşkerekirin. Dal, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di qetilkirina Nagîhanê de berpirsyartiya wan heye. Heke vî kesî ji wan piştgirî negirtibûya, wê ev qetilkirin çawa pêk hatibûya? Ew jî berpirsyar in. Em wan şermezar dikin.”