Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê

  • jin
  • 17:01 12 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Komeleya Dema Jinê bi mebesta piştevaniya bi GOÇÎZDER’ê re ku 16 endamên wê girtî ne, çû serdanê komeleyê.
 
Di encama serdegirtina malan a di 11’ê hezîranê de hevserokê komeleyê jî di nav de bi giştî 16 endamên Komeleya Şopandina Koçeberiyê (GOÇÎZDER) hatibûn girtin. Ji bo piştevaniya bi komeleyê re, nobeta piştevaniyê hatibû destpêkirin û ev piştevanî didome. Îro jî endamên Komeleya Dema Jinê çûn serdana komeleyê ya li Şîrînevler a Stenbolê. Seroka komeleyê Dîlek Başalan û endamên komeleyê nobet girt û pankarta ku wêneyên girtiyan li ser a bi nivîsa “Azadî ji bo parastvanên mafan” vekirin. 
 
‘ME XEBATÊN HEVPAR KIRIN’ 
 
Di nobetê de seroka komeleyê Dîlek Başalan, endamên girtî yên GOÇÎZDER’ê silav kir û wiha got: “Komeleya me ev du sal in hatiye avakirin lê tevî vê yekê jî peywendiyên me yên bi GOÇÎZDER’ê re xurt in. Me têkildarî penaber û koçberan xebat meşandin. Dema me ji hêla jinan ve GOÇÎZDER ava kirî, derheqê şerê navxweyî û pirsgirêkên penaber û koçberan ên di dema pandemiyê de panel dan û civînên online li dar xistin. Me nîqaş kirin bê ka dikarin jiyaneke alternatîf çawa ava bikin. Di van nîqaşan de para GOÇÎZDER’ê gelek mezin e. Em ê xebatên xwe bidomînin. Dê polîtîkaya me ya ji derheqê pirsgirêkên penaber, koçber û jinan de bidome. Hêvîdarim hemû hevalên me beriya 25’ê mijdarê bên berdan û em bi hev re xebatên xwe birêxistin bikin.”