Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje

  • jin
  • 17:13 12 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Derket holê ku gumanbarê sereke yê dosyaya Gulistan Dokû ya winda bûyî, Zeynel Abarakov tevî ku bi şertê kontrola edlî hatiye berdan jî 6 meh in neçûye îmze avêtinê. 
 
Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya ji 5’ê çileya 2020’an ve li Dêrsimê winda ye, hezar û 12 roj in agahî jê nayên girtin. Zeynel Abarakov ê tevî ku gumanbarê sereke yê dosyayêye jî nehate darizandin û îfadeya wî jî nehate wergirtin, li ser bertekan di 16’ê Adarê de li navçeya Alanyayê hatibû binçavkirin lê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. 
 
NEÇÛYE AVÊTINA ÎMZEYÊ 
 
Derket holê ku gumanbarê sereke yê dosyaya Dokuyê Abarakov ku bi şertê 15 rojan carekê îmze biavêje û qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan, 6 meh in îmze neavêtî ye. 
 
Hat hînbûn ku nivîsa teblîxata kontrola edlî ya der barê Abarakov de di 18’ê Adarê de ji Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê re hatiye ragihandin û ji ber polîsên Alanyayê nekarî navnîşana wî bibîne û negihiştiye telefonên wî nekarîne teblîx bikin. Di girteka polîsan a 24’ê tebaxa 2022'an de jî hate dîtin ku Abarakov ne li navnîşana xwe bûye û telefonên wî girti bûne.
 
NAGIHIN ABARAKOV!
 
Parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen ê derbarê mijarê em pê re axivî, neavêtina îmzeyê ya Abarakov piştrast kir û wiha got: “Di nivîsa ku ji bo bicihanîna vê tedbîrê ji miduriyeta polîsan re hat şandin de derket holê ku telefona gumanbarê sereke girtî ye û agahiyên navnîşanê kêm in. Raporeke bi vî rengî jî ket dosyaya me.”