Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin

  • jin
  • 12:55 13 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Rojnamegerên jin ên li Amedê girtî ne, qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin û gotin: "Em soz didin ku pênûsa Nagihan wê li erdê nemîne.” 
 
Rojnamegerên jin ên di operasyona 8'ê Hezîranê ya li Amedê de hatibûn binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin, qetilkirina rojnamevan-akademîsyen Nagihan Akarsel şermezar kirin. Rêvebera JinNewsê Safiye Alagaş, rojnamevan Remziye Temel, Neşe Toprak û Elîf Ûngûr peyama bi rêya parêzeran şandn sersaxî ji malbata Akarsel û hevrêyên wê re xwestin.
 
Peyama çar rojnamegerên jin wiha ye: “Em weke jinên rojnameger qetilkirina Nagihan şermezar dikin. Kuştina Nagihan hem li dijî têkoşîna jinê hem jî li dijî lêkolînên Jineolojiyê êrişek e. Weke jin haya me ji vê heye. Em soz didin ku pênûsa Nagihan wê li erdê nemîne. Em ji malbat û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin.”