Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan

  • jin
  • 13:59 13 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê yên li dijî rejîmê berdewam in. Li Tehranê jî parêzer bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin kolanan. 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Amînî li paytexta Îranê Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîmê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike, bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî bajarên Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatin destpêkirin û ev çalakî roj bi roj zêdetir dibin. Her çend ku hêzên rejîmê gelek bajar veguherandibin baregehên leşkerî jî, çalakiyên gel hêj berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; şevê din li bajarên Sine û Kirmaşan ên Rojhilat di encama êrişên rejîmê de 3 kes hatin qetilkirin. Di heman demê de li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Mahabat, Kirmaşan, Bane, Merîwan, Kamîran û Îlam ên rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên din ên Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakî hatin lidarxistin. Di dema çalakiyan de hêzên rejîmê êrişên dijwar pêk anîn lê dîsa jî nekarî pêşî li çalakiyan bigire. 
 
Her wiha di encama êrişên hêzên rejîmê yên li dijî çalakvanan de duh li Kirmaşanê 2 û li Sineyê jî kesek hat qetilkirin. Li Mêrîwanê jî di êrişên hêzên rejîmê de kesek bi giranî birîndar bû. 
 
PARÊZER DAKETIN KOLANÊN TEHRANÊ 
 
Li Tehranê jî çalakî bênavber berdewam in. Parêzerên Tehranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan. Hêzên rejîma Îranê bi xaza îsotê êrişî parêzeran kir. Her wiha li ser Cehdeya Weliyeser a Tehranê jî hêzên rejîmê raste rast gule li çalakvanan barandin. Di serî de Gewherdeşt, Kerec, Reşt, Esfehan, Bender Ebas, Miraban û Hemedan, li gelek bajarên din çalakî berdewam dikin. 
 
202 KES HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê; di encama êrişên hêzên rejîma Îranê de heta niha 23 jê zarok, bi giştî herî kêm 202 kes hatine qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.