Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin

  • jin
  • 15:42 13 Cotmeh 2022
  • |
img
KONYA – Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li gundê jê dayik bûyî bi tililî û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat pêşwazîkirin. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Cenazeyê Akarsel îro di danê sibehê de anîn Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Malbata Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û anîn gundê Golyazi (Xelîkan) ê Cîhanbeylî yê Konyayê ku li wir ji dayik bûye. 
 
Cenazeyê Akarsel li navenda Cîhanbeyliyê bi tililî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Piştre jî cenaze di ketina gund de ji hêla bi sedan kesan ve bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” ve hat pêşwazîkirin.