Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin

  • jin
  • 16:29 13 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN – Yekitiya Jinên Suryan diyar kirin ku Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hatiye girtin û ji rêveberiya Başûr xwestin ku faîlên cînayetê di zûtirin demê de bigirin û bidarizînin. 
 
Yekitiya Jinên Suryan ku ji jinên asur, suryan û keldan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, têkildarî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî da û cînayet şermezar kir.
 
‘BILA KUJER BÊN DARIZANDIN’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Akarsel ji hêla bîrdoziya faşîst, otorîter û baviksalar ve hatiye qetilkirin û wiha bi dawî bû: “Divê Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê faîlan tespît bike û bidarizîne. Nagihan, ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin. Suîqesta hatiye kirin, îspata tirsa van hêzên herêmê ya rizgariya jinê ye. Em ji serdestiya hêzên faşîst, kontrola wan a paşverû û ji komkujiyên wan re dibêjin na.”