Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir

  • jin
  • 10:30 14 Cotmeh 2022
  • |
img
EDENE - Li Edeneyê zilamê bi navê Bûrak A. bi çekê Bahar T. qetil kir. 
 
Li Taxa Yavûzlar a navçeya Yuregîr a Edeneyê zilamê bi navê Bûrak A., Bahar T. ya ku teklîfa wî ya lihevkirinê qebûl nekir duh bi şev bi çekê giran birîndar kir. Faîl ji cihê bûyerê reviya. Bahar T. jî li nexweşxaneya ku birinê jiyana xwe ji dest da. Polîsan ji bo kujer bigirin xebat dan destpêkirin.