Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket

  • jin
  • 16:56 14 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara dawî ya Kovara Jineolojiyê ku nivîSA Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin jî tê de ye derket. 
 
Hejmara 26’emîn a Kovara Jineolojiyê ya bîrdozî û zanîstê ya 3 mehan carekê derdikeve bi mijara dosyaya “Di sedsala 21’yan de derbaskirina zanîstiyê” derket. Di vê hejmarê de nivîsa endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê û Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin a bi navê “Dengê Arkaîk ê Serdemê: Jin” jî cih digire. 
 
Di vê hejmara kovarê de krîza zanîstê û sedemên bingehîn ên vê krîzê tên nîqaşkirin. Di vê hejmarê de jin bi nivîsên xwe lêgerîna xwe ya zanista alternatîf derdixe holê, hîmên zanistî yên şoreşa jinê û rê û rêbazên ku zanist ji nû ve rastî hev tên ronî dike.