'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'

  • jin
  • 09:41 15 Cotmeh 2022
  • |
 
ENQERE - Sarah Marcha ku cara ewil Jineolojiyê li Enstîtuya Andre Wolfê ji Nagîhan Akarselê guhdarî kiriye got: "Em ê şiyar bibin. Em ê rabin ser pêyan. Em ê siberoja di xeyalên xwe de ava bikin. Em ê vî dîwarê tahdeyê serobino bikin. Em ê van tiştan bi hezkirinê, bi hevrêtiyê bikin, wekî Nagîhanê." 
 
Piştî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jinelojiyê akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarselê ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin, li gelek deverên cîhanê jin li hev kom bûn. Akarselê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina Enstîtuya Andre Wolfê de kedeke mezin dabû û li vir gelek jinên ji çar hawirdorên cîhanê nas kiribûn û ji wan re Jineolojiyê vegotibû. 
 
Ji jinên ku di komxebatên Enstîtuya Andre Wolfê de Nagîhanê nas kiribûn yek jê jî endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Sarah Marcha ye. Marcha ji bo hevrêya xwe Akarselê got: "Ew xwedavendek bû ku dikaribû li hemberî tarîtiyê şer bike. Em ê bi ruhê Nagîhanê, xeyalên Nagîhanê pêk bînin. Ji lew re xeyala wê, xeyala me ye." 
 
CARA EWIL JI NAGÎHANÊ GUHDAR KIRIYE
 
Marchayê anî ziman ku cara ewil Jineolojiyê ji Nagîhanê guhdar kiriye û wiha behsa roja ku ew nas kiriye kir: “Cara ewil li Kurdistanê heval Nagîhanê wateya Jineolojiyê, azadiya jinê, şoreşa jinê, jinê bi rêxistinbûnê dikarin her tiştî çareser bikin û jin bi veguherandinê dikarin feraseta xwe bedew bikin ji me re vegot. Behs kir ku jin divê çima ji hev hez bikin. Gava mirov wê nas dikir, ne mimkun bû ku pêwendiya pê re hîs neke. Ji lew re bi ruh û dilê xwe nêzî we dibû. Pir baş dizanibû bê pergala kapîtalîst, zayendparêzî û pergala klonyalîst çi ye. Her wiha baş dizanibû bê zirarek çawa gihaştiye civaknasiya jinê jî. Bi vê zanyariyê nêzî hemû jinên ji çar aliyê cîhanê dihatin dibû. Gava li wan mêze dikir wê heza di dilê wan de didît. Pêwendiyeke pir zexm bi jinan re datanî, pêwendiyeke hevrêtiyê. Potamsiyela pozîtîf a ji bo şoreşê ya di dilê her jinê de eşkere dikir." 
 
'XWEDAVENDEKE DIKARIBÛ LI DIJÎ TARÎTIYÊ ŞER BIKE'
 
Marchayê behsa kêliyên xwe yên dawî yên bi Nagîhanê re jî kir: "Herî dawî gava ez bi Nagîhanê re bûm, me li ser Jineolojiyê, li ser rewşa Kurdistanê hin nîqaş kirin. Me digot li dijî zanista jinê, zanyariyê jinê û rêxistinbûyîna jinê şerekî derûnî yê pir mezin tê kirin. Lewma me digot, divê em vê derê veguherînin cihekî hîn bedewtir, ji bo jiyanê." 
 
Marchayê wiha domand: "Nagîhanê got, 'Lema divê em nirxên xwe yên azadiyê li ser serê xwe bigirin û divê em her roj jinekê daxilî nava têkoşîna xwe bikin.' Wê kêliyê ez fikirîm ku heval Nagîhan bedewiyek e ku dikare li dijî hemû tarîtiya cîhanê şer bike. Li Ewropayê di çanda me de xwedavend heye. Li gor efsaneyê, xwedavend dibe cihê siûdê. Gelek kes dibêjin qey ev siûd pere an jî tiştên madî ye, lê ne wisa ye. Heval Nagihan ji bo min xwedavend bû. Bi siûd im ku min ew nas kiriye û pê re xeber daye." 
 
Marchayê bilêv kir ku gava pê hesiyaye ku Akarsel hatiye qetilkirin pir li ber ketiye û wiha got: "Lê paşê ez fikirîm 'Ma heval Nagîhan dê di rewşeke wiha de çi bikira?' Heval Nagîhanê tu carî nehişt tu êriş vîna wê bişikîne. Ev yek ez xurttri kirim. Hem di dema xebatên Jineolojiyê de hem jî di dema rojnamevaniya xwe de bi hezaran mirov nas kirin. Her kesî Nagihanê nas dikir û ew bibîr dianî. Lewma me ev berprisiyarî hîs kir ku em li herî derî bibêjin bê hêzên kolonyalîst çi anîne serê Nagîhanê, Nagîhan kî ye, xwedî ruhekî çawa bû û çi kar dikir." 
 
'EM Ê JINEOLOJIYÊ LI HER DERÎ VEBÊJIN'
 
Marchayê wiha domand: "Li Kurdistanê hewldanên ji bo dagirkirinê didomin û di vê açrçoveyê de jinên kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin, jinên bi dil û can bi vê têkoşînê re ne û jinan birêxistin dikin hedef tên girtin. Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê. Ji lew re jinên kurd li vir jiyaneke nû ava kirin. Çanda xwe, siyaseta xwe û akademiyên xwe ava kirin. Lewma naxwazin li Kurdistanê azadiya jinê hebe. Asteng dikin. Nagîhan ji ber vê hedef hat girtin. Em ê her tim Jineolojiyê berbelav bikin û li herî derî vebêjin. Em ê projeya Jineolojiyê hînî Başûrê Kurdistanê, tevahiya Kurdistanê, tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bikin." 
 
TEVGERA JINÊ YA KURD
 
Marchayê destnîşan kir ku êrişên li hemberî jinan ne tesadufî ne û got ku armanc tepisandina şoreşa jinê ye. Marchayê bilêv kir ku dewlet bi van êrişan dixwazin jinan û gelan çavtirsandî bikin û wiha got: "Ev polîtîkayeke terorîstî ya dewletê ye. Mixabin ev yek niha li Kurdistanê pir berbelav e. Ji lew re jin li wir şoreşê dikin. 'Jin, jiyan, azadî' tenê ne dirûşmeyek e, li pişt wê bîrdozî û azmûneyeke xurt heye û ev yek jinan tîne cem hev. Lewma Jineolojî û tevgera jinê ya kurd alternatîfeke çareseriyê berpêş dike." 
 
'EM Ê ŞIYAR BIBIN, RABIN SER PÊYAN...'
 
Marchayê destnîşan kir ku Nagîhanê li dû xwe mîrateyeke pir xurt û mezin hiştiye û got ku ew ê jî bi vê hêz û enerjiyê her û her xebatên Jineolojiyê bidomînin. 
 
Marchayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em baş dizanin ku rêya Nagîhanê rêya me, rêya rast e. Em dizanin, pêvajoya em tê de pêvajoyeke pir zehmet û tarî ye. Ev yek di heman demê de ji bo yekbûna jinan û gelên cîhanê jî firsendek e. Em ê şiyar bibin. Em ê rabin ser pêyan. Em ê siberoja di xeyalên xwe de ava bikin. Em ê vî dîwarê tahdeyê serobino bikin. Em vê van tiştan bi hezkirinê, bi hevrêtiyê bikin, wekî Nagîhanê..."
 
MA / Gozde Çagri Ozkose