Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 16:51 15 Cotmeh 2022
  • |
img
XARPÊT - Li Xarpêtê di nava rojekê de 3 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. 
 
Li Xarpêtê 3 jin di nava 24 saetan de li navnîşanên cuda ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. 
 
Vahîde Dûran (51) a hate diyarkirin ku personela tenduristiyê ye li Taxa Dogûkentê ji aliyê birayê xwe yê bi navê M.K. ve rastî êrişê hat. Dûran a di êrişê de giran birîndar bû, li Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn ku biribûnê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dûran ji bo otopsî bê kirin rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê û kujer Dûran hate binçavkirin.
 
Li gundê Saribûcak jî Nadîr Ustun (41) Husniye Keskînbaş (29) qetil kir. Ustun ê cenazeyê Keskînbaş danî nêzî navenda komkirina çop, piştî dîmenên kamerayan derketin holê hate binçavkirin. Dû re O.D. yê ku hate diyarkirin alîkariya O.D. kiriye hate binçavkirin. O.D. piştî îfadeya wî hate wergirtin hate berdan, dadgehê Ustun girt. 
 
FAÎL NEHATE GIRTIN
 
Li Taxa Dogûkentê Yaşar Û. hevjîna xwe Yasemîn Û. û keça xwe bi çekê birîndar kirin. Yasemîn Û. ya yek ji birîndarên birine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Yaşar Û. yê piştî bûyerê reviya hêj nehatiye girtin.