Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 11:35 17 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN – Li navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Ezgî Dag ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gundê Kirtankêx ê bi ser mezraya Duvencî ya navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Ezgî Dag (20) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyan, Ezgî Dag berî mehekê zewicî ye û hevjîne wê tundî lê kiriye. Dag ji ber tundiyê çûye cem malbata xwe. 
 
Duh hat îdiakirin ku Dag a li malê xwe kuştiye.