Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn

  • jin
  • 16:10 17 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Aktîvîstên TJA’yê akademîsyen-rojnamevan Nagihan Akarsel li Amedê bi bernameyekê bi bîr anîn. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel a endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li avahiya DBP’a Navçeya Rezana Amedê bernameyek bîranînê li dar xistin. Gelek jin tev li bernameyê bûn. 
 
Ji bo bîranîna Akarsel deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevizyona ku qala jiyana wê dikir hat nîşandan. 
 
Endama Desteya Weşana Jineolojiyê Rojda Yildiz axivî û  destnîşan kir ku ew hin bêtir pirr bibin û xwedî li têkoşîna Nagihanê derkevin. Yildiz got ew ê her kuçe û ber her deriyi bikin kargehên jineolojî.
 
PÊNÛSA WÊ HILDIDIN 
 
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî anî ziman ku li dijî êrişan roj bi roj berxwedana wan berbelavtir dibe û ew ê ala têkoşînê ya hevrêyên bilind bikin û dê pênûsa wan hildin. 
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadi" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.