Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin

  • jin
  • 11:42 18 Cotmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Girtî Sariye Taşkesen a ji bo danişînê anîn Girtîgeha Jinan a Amedê ragihand ku bi lêdanê cilên wê ji ber wê kirine û hatiye tacîzkirin.  

Sariye Taşkesen a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dihat ragirtin anî ziman ku ji bo wê tev li danişîna doza derbarê wê de hatiye vekirin bikin di 29’ê îlonê de anîne Girtîgeha Jinan a Amedê û li wir rastî binpêkirinên mafan hatiye. Taşkesen di nameya xwe ya bi rêya parêzerê xwe re şandiye de destnîşan kir ku cilên wê bi darê zorê ji ber kirine û li gel ku laşê wê ji lêdanê sor bûye jî bijîşk rapora derpkirinê nedaye wê. 
 
GILÎ KIR
 
Taşkesen di nameya xwe de binpêkirinên mafan wiha vegotin: “Di 29’ê cotmehê de min birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Piştî mayîna şevekê dê paş de vegeriyama. Personelê Girtîgeha Jinan a Amedê ji min re gotin cilên xwe ji ber xwe bike. Dema min ev yek qebûl nekir hejmara personelan ji 3’yan derxistin 5’an. 2 personelan jî destên min girtin, 2 personelan jî pêyên min girtin û personelê din li ser çokên min rûnişt û xwest cilên min ji ber min bike. Gomlegê min û goreyên min ji ber min kirin. Dema ku xwestin tîşort û şalê min jî ji ber min bikin, min li ber xwe da, wan jî dest ji vê yekê berdan.”
 
Taşkesen, diyar kir ku ew rastî sepanên wekî tacîzê re rû bi rû maye û wiha pê de çû: “Singên min hatin guvaştin, cihên laşê min ên cuda hatin qûncartin. Têkildarî vê yekê min serî li Wezareta Dadê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Dadgeriya Înfazê da. Di 29’ê cotmehê de ez birim revîrê. Bijîşkê girtîgehê lêgerîna tazî, sorbûnên laşê min weke derbkirinê nehesiband û ji ber vê yekê jî rapor neda. Min giliya bijîşk li Wezareta Tenduristiyê kir.”