Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin

  • jin
  • 11:44 18 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Agahî ji sporvan Elnaz Rekabî ya ji Îranê ya ku serqot beşdarî pêşbaziya Şampiyona Cîhanê ya IFSC’ê bû nayê wergirtin. 
 
Sporvana îranî Elnaz Rekabî ku di Şampiyoniya Kûpaya Çiyageriyê ya Cîhanî ya 2022’yan a IFSC’ê de serqot ango bêçîtik beşdarî pêşbirkan bû. Piştî pêşbirka ku roja yekşemê 16’ê cotmehê hat lidarxistin, tu agahî ji Rekabî nayê girtin. Hevalên Rêkabî diyar kirin ku ji bo ew xwe bigîhin hevala xwe serî li her rêyê dane û Balyozxaneya Îranê jî îdia kir ku sporvan tevî tîma xwe re vegeriyaye Îranê.
 
HAT ÎDIAKIRIN KU TELEFON Û PASAPORTA WÊ HATIYE DESTESERKIRIN 
 
Serwîsa BBC ya farisî ku bi hevalên Rekabî re têkilî danî, diyar kir ku hevalên wê tevî hemû hewldanan nekarîn xwe bigihînin wê jina ciwan, çavkaniyan diyar kirin ku pasaport û telefona destan a Rekabî jî hatine desteserkirin.
 
FIKARA EWLEHIYA WÊ 
 
Serê sibeha îro pêşkeşvana nûçeyên derve ya BBC’yê Rana Rehîmpûr fikara xwe li ser ewlehiya vê jina ciwan anî ziman û got wê li ser medyaya dîjîtal hîn bûye ku Rekabî di balafirek ku ber bi Tehranê ve çûye de bûye. 
 
JINA DUYEM E KU ÇÎTIKÊ RED DIKE 
 
Hat diyarkirin ku Rekabî duyemîn werzişvana jin a Îranî ye ku bi eşkere qanûna tund a Îranê ya li ser ferzkirina jinan di pêşbirkên werzişî de çîtikê bide serê xwe red dike. Boksor Sedaf Khadem di sala 2019’an de bû yekem boksora jin a Îranê ku piştî şoreşa Îslamî madalya wergirt. Khadem ku ji ber di maça boksê de çîtik nedabû serê xwe û bi şort ketibû rîngê biryara girtina wê hatibû dayîn û lewma ew venegeriya Îranê li Fransayê bi cih bû.