Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da

  • jin
  • 14:34 18 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Sporvan Elnaz Rekabî ya ji Îranê ya ku serqot beşdarî pêşbaziya Şampiyona Cîhanê ya IFSC’ê bûbû û agahî jê nedihat wergirtin, daxuyand ku ew vegeriyaye welatê xwe. 
 
Sporvana îranî Elnaz Rekabî ku di Şampiyoniya Kûpaya Çiyageriyê ya Cîhanî ya 2022’yan a IFSC’ê de serqot ango bêçîtik beşdarî pêşbirkan bûbû. Piştî pêşbirka ku roja yekşemê 16’ê cotmehê hat lidarxistin, tu agahî jê nedihat girtin. Rekabî ya ku li ser Instagramê parvekirin pêk anî, diyar kir ku ew xelkê Îranê silav dike û ji ber fikara daye xelkê lêborîna xwe dixwaze û ew serqot beşdarî pêşbaziyê bûye û ew vegeriyaye Îranê.