Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn

  • jin
  • 09:06 19 Cotmeh 2022
  • |
img
DÎLOK - Li du jinên girtî yên ku kamerayên li odeyên wan hatine bicihkirin şikandine sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn. AYM'ê biryar dabû ku bi kamerayan temaşekirina odeyên girtiyan binpêkirina mafan e.
 
Li Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa L'yê bi îdiaya ku kamerayên li qawîşê hatine bicihkirin şikandine di 26'ê tîrmeha 2021'ê de doz li girtî Hayriye Neslîhan Gozlugol, Sevînç Selçûk û Zozan Cimoyê hatiye vekirin. Di îdianameyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye amadekirin, hatiye xwestin ku bi hinceta "zirar dane malê cemaweriyê" li her girtiyekê ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê bê birîn. 
 
Girtiyan di parastina xwe de destnîşan kirine ku ji ber ku "qadên jiyana wan a taybet hatine binpêkirin" kamera bêbandor kirine û gotine bi niyeta ku bibin cihê xisareke madî wiha nekirine. Piştî vê dozgeriyê bi pisporên di vî warî de raporeke pêzaniyê amade kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku girtiyan bi çaydan û daran li kamerayan xistine û ew şikandine. 
 
Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 16'an ve hatiye qebûlkirin. Danişîna 6'an a dozê di 3'yê cotmeha 2022'yan de hatiye lidarxistin. Heyeta dadgehê di vê danişînê de biryara xwe eşkere kiriye û li girtî Hayriye Neslîhan Gozlugol û Sevînç Selçûkê bi hinceta "zirar dane malê cemaweriyê" sal û 6 meh biriye û der barê Zozan Cimoyê de jî bi hinceta delîl kêm in biryara beraetê daye. 
 
Piştî vê, parêzerên Gozlugol û Selçûkê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dane. Parêzer Bulent Dûran biryara dadgehê nirxand û wiha got: "Tenê fanûsa kamerayê şikiyaye, kamera neşikiyaye. Me xwest ew kameraya ku tê îdiakirin bînin danişînê, lê daxwaza me nehat qebûlkirin. Ger kamerayeke li derve bi xwe jî hundir bibîne, ev binpêkirina mafan e. Di vî warî de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê Meral Daniş Beştaşê de heye." 
 
Gava Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş di 30'yê çileyê de hatibû girtin, bi hinceta kameraya li hewadariya Girtîgeha Sîlîvriyê hundirê odeya wê dibîne serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Sîlîvriyê dabû, lê dadgeriyê serlêdana wê red kiribû. Piştî vê Beştaşê serî li AYM'ê dabû û AYM'ê jî biryar dabû ku bi kamerayan temaşekirina odeyên girtiyan binpêkirina mafan e.
 
MA / Emrûllah Acar