RJAK: Divê gel li dijî vê bêwijdaniyê dakeve kolanan

  • jin
  • 14:19 19 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê da û li dijî vê yekê gelê Başur vexwend kolanan.  
 
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê da û got: “Dewleta tirk a dagirker li gel êrişên hewayî û bejahî, li hemberî zarokên me yên li serê çiyayan dest bi karanîna çekên kîmyevî kiriye. Li dijî vê bêwijdaniya li dijî zarokên me tên pêkanîn bang li civaka Başûrê Kurdistanê dikin ku dakevin kolanan.”
 
HELWEST NÎŞAN BIDIN
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku demeke Tirkiye êrişek dijwar li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dide meşandin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker li gel êrişên hewayî û bejahî, li dijî zarokên me yên li serê çiyayan, dest bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Êrişên ku tên pêkanîn şermezar dikin û bang li civaka Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû pêkhateyên civakê ve dakevin kolanan. Li dijî vê bêwijdaniya li hember zarokên me tê kirin helwest nîşan bidin.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê li dijî van êrişan kes bêdeng nemîne û ev êriş bên sekinandin.