Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê

  • jin
  • 10:44 21 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Aktîvîsta Rojhilatî Anîsa Caferîmêhr a têkildarî çalakiyên li Îranê axivî, bi lêv kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di nava gelan de veguheriye manîfestoyekê û wiha got: “Polîtîkaya rejîmê ya kolekirina jinê ya bi destê mêr pûç bû.”
 
Li Îranê di 16’ê îlonê de Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlakê” ve hate qetilkirin. Serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emînî di pêşengtiya jinan de di serî de li Rojhilatê Kurdistanê li hemû bajaran dest pê kir, kete roja 34’an. Li gorî rêxistinên mafên mirovan di çalakiyên mehekê yên Îranê de 20 jê zarok herî kêm 200 kes hatin qetilkirin. 
 
Aktîvîsta rojhilatî Anîsa Caferîmêhr, bi lêv kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ku di çalakiyên pêşengtiya jinan tên kirin de ji devê mirovan nakeve veguheriye manîfestoyekê. 
 
‘DIXWAZIN GELAN ASÎMÎLE BIKIN’
 
Caferîmêhr, diyar kir ku berdewam kirin û belavbûna çalakiyan gelekî girîng e û wiha got: “Divê mirov baş bizane ku ev çalakî çawa û ji ku derketin. Çirûska ewil piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Bi hezaran jinan laçikên xwe avêtin erdê û gotin ku dewleta îslamê qebûl nakin û bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ dest bi çalakiyan kirin. Faktora sereke ku jin van çalakiyan bidin destpêkirin ew e ku rejîma îslamî naxwazin. Ji ber ku 43 sal in gel bi destê Dewleta Îslamê ya Îranê ve tên asîmîle kirin û êrişî mafên mirovan ên bingehîn ên hemû gelan tê kirin. Rejîm dixwaze civakeke fars û şîî ava bike. Rejîm fikr û gelên cuda ji xwe re weke gef dibîne.”
 
ARMANC KOLEKIRINA CIVAKÊ YE 
 
Caferîmêhr, diyar kir ku rejîma Îranê ji bo jinan bi destê meran bike kole polîtîka xistine dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Îranê bi hişmendiya îslam û dewlet-mêr dixwazin jinan bikin kole. Qûralên rejîmê diyar dikin ku divê jin cilên çawa li xwe bikin. Azadiya jinê li her qadê tê sînordarkirin û bi qedexeyan vê yekê pêk tînin. Îro zilam jî ji ber polîtîkayên zextê yên rejîmê zilm lê tê kirin. Rejîm dixwaz jinan û mêran an ku civakê bike koleya xwe. Esas politikaya rejîmê ew e ku rayeyê bide zilam û jinan bigire bin kontrola xwe.”
 
Caferîmêhr, bi lêv kir ku rejîm ne tenê jinan hemû civakê hedef digire û wiha pê de çû: “Dema vê dike jî di bin navê hişmendiya Îslamê de kir. Jin û beşên cuda ên vê rewşê qebûl nakin li dijî pêkanînên vê rejîmê çalakiyan dikin. Bi hezaran kesên di bin dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ de bûn yek her roj çalakiyan li dar dixin. Jin li Îranê heta ku destûrê ji mêran negirin nikarin karekê bikin.”
 
‘ZILAM BI POLÎTÎKAYÊN REJÎMÊ HESIYAN’
 
Caferîmêhr, anî ziman ku bi serhildana dawî polîtîkayên kolekirina jinan a bi destê mêran pûç bû û wiha domand: “Li welat guhertineke mezin pêk hat. Hem jin hem zilam pêhesiyan ku ev rewş perçeyekî polîtîkayên rejîmê ne. Zilam jî dibêjin ku bi jinan û hemû cudahiyên civakê re bi awayekî hevkar û wekhev dixwazin bijîn. Zilam baş hîn bûne ku ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’. An ku divê mirov vê bi awayekî aşkere bibêje; bi van çalakiyan re polîtîkayên rejîmê pûç bûn. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ tam jî ev e. Çalakî ne tenê ji bo azadiya jinê di pêşengtiya jinê azadiya hemû civakê pênase dike.”
 
‘GEL DIXWAZIN AZAD BIBIN’
 
Caferîmêhr, diyar kir ku serhildana li Îranê azadiya civakê hedef digire û got: “Niha bi avakirina jiyaneke wekhev û hevpar re gel dixwazin bi hev re azad bibin. Li Îranê heta niha gelek serhildanên gel pêk hatine. Lê belê vê carê ji bo gelên Îranê guhertineke mezin heye. Lazim e vê yekê gelekî baş fêm bikin. 'Jin Jiyan Azadî' di nava gelan de veguheriye manîfestoyekê. Ev feraset feraseta demokrasî û azadiyê ye. Ev feraset li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir lê li hemû Îranê belav bû. Di nava raya giştî ya cîhanê de cihê xwe diparêze.”
 
Caferîmêhr, destnîşan kir ku divê saziyên navnetewî êdî dest ji piştgiriya rejîmê berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gelên cîhanê piştgiriyê bidin çalakiyan. Gelên Îranê dixwazin bi awayekî azad, weke mirovan bijîn. Banga me ev e; Divê gelên li Îranê, gelên cîhanê Û saziyên navnetewî bi rejîmê re nebin. Tiştên ku saziyên navnetewî yên bi hişmendiya mirovan qetil dikin re dimeşin nayê qebûlkirin. Em bang li gelê kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê dijîn û gelên cîhanê jî dikin ku piştgiriya çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên bikin.”
 
MA / Hakan Yalçin