Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin

  • jin
  • 13:02 21 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Jin, dê sibe Nagihan Akarsel bi dirûşma “Heqîqet bêdeng nabe, pênûs naşikê!” bi bîr bînin. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Kovara Jineolojiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê sibe li Stenbolê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hatibû qetilkirin, bi bîr bînin.
 
Dê bîranîn sibe saet di 17.00’an de li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bagcilarê bi dirûşma “Heqîqet bêdeng namîne, pênûs naşikê!” bê lidarxistin. Jinan, banga tevlibûnê kirin.