Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin

  • jin
  • 15:41 21 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta tirk û got: “Di medyayê de agahî û delîlên cîdî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe bi cih bînin.”
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navenda partiya xwe bi hevserokên jin ên rêxistinên bajaran ên HDP’ê re civiya. Bûldan beriya civînê daxuyanî da. Bûldan bi silavkirina jinên girtî dest bi axaftina xwe kir.
 
Axaftina Bûldan wiha ye: 
 
“Tifaqên global, emperyal û faşîst hewl didin têkoşîna jinan bişkînin û zilma li ser gelan bikin û daxwazên azadî û wekheviyê ji hoê rakin. Lê ez dixwazim bibêjim ku ev hesabê wan pêk nayê. Jin nahêlin ev hesap pêk werin. Li hemberî van planan têkoşîn û berxwedana jinan heye. Îro slogana jin, jiyan, azadî ya têkoşîna jinên Kurd li her dera dinyayê bûye hêviya azadiyê ya jinên cîhanê. Me jinan got jin, ev tişt li Rojava bû jiyan û niha jî li dinyayê dibe azadî.
 
WÊ PÊNÛSA NAGIHANÊ LI ERDÊ NEMÎNE
 
Ji ber encama heman tirs û ferasetê hevala me Nagihan Akarsel jî hate qetilkirin. Ez careke din Nagihan bi rêzdarî bi bîr tînim û tifaqên qirêj ên ku ew qetil kirine jî şermezar dikim. Divê feraseta ku Nagihan qetil kiriye, vî tiştî baş bizanibe çawa ku jinan têlek porê Jîna Emînî li erdê nehiştin wê pênûsa Nagihanê jî li erdê nehiştin. Wê ew pênûs heqîqet û têkoşîna jinan binivîse.
 
QETLÎAMA LI SER KARKERAN
 
Welatekî wisa ava kirin ku ji ber kontrolnekirin û cezanedayînê qetlîam pêk tên. Karker ji bo gezek nan di şertên giran de dixebitin û ji neçarî çavê xwe ji vê zilmê re digire. Herî dawîn li Amasrayê di qetlîama madenê de 41 karker hatin qetilkirin, em sersaxiyê ji malbatên van karkeran re dixwazin.
 
ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHAN
 
Îro sedema ku Tirkiye ketiye nav gelek krîzan ev e ku tecrîdeke giran heye û li girtîgehan ev tecrîd hatiye qedexekirin. Ji ber vê îşkenceya giran Tirkiye hatiye ber asta hilweşandinê.
 
ÊRIŞÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Di operasyonên dersînor de di rojên dawîn de gelek delîlên cîddî derketine holê ku êrişên kîmyewî hatine kirin. Vê rewşa xetere xisarê dide gelên herêmê û welat. Beriya ku hilweşandinên mezin pêk were, divê ji vî tiştî vegerin. Divê heyetên serbixwe biçin lêkolînê bikin û heqîqet were eşkerekirin.
 
Çareserî ne di şer û siyaseta ewlehîparêz de ye, di diyalog û muzakereyan de ye. Ji ber vê me wekî heyetekê duh ji bo hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan serlêdanek kir. Em dixwazin li ser vê serlêdana me were sekinandin û heyeta me biçe Girava Îmraliyê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.”
 
Bûldan di dawiya axaftina xwe diyar kir ku wê li dijî faşîzm, tarîtî û şer wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan.