‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’

  • jin
  • 17:33 23 Cotmeh 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan a di foruma bi mijara tecrîdê de axivî wiha got: “Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin.”

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi dirûşmeya “Li dijî tecrîdê, azadiyê li dijî şer em aştiyê diparêzin” li avahiya partiya xwe forûm li dar xist. Forûm li dijî tecrîda li ser girtîgehan tê meşandin hate lidarxistin. Di forûma ku gelek kes tev li bûn de pankart li eywanê hatin lidarxistin. 

BANGA RÊXISTINKIRINÊ

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan a di forûmê de axivî, diyar kir ku bi komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de starta wê hate dayîn, felsefeya Ocalan hedef hate nîşandan û wiha got: “Di heman demê de komploya ku fîtîlê dijminatiya di navbera gelê kurd û tirk jî hate pêxistin e. Di 15’ê Sibata 1999’an de ev fîtîl hate pêxistin û hêzên navnetewî Tirkiye jî kişande nava vê lîstikê. Birêz Ocalan ev yek dît û bi sekna xwe ev lîstik pûç kir. Piştî ku lîstik pûç bû bi politikaya tecrîdê 23 sal in birêz Ocalan li Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.”

Orhan, bi lêv kir ku hevdîtinên bi Ocalan re tên astengkirin û wiha berdewam kir: “Bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn, tecrîd e. Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê bû. Azadiya îfadeyê, edalet hatin tune kirin û îşkence dakete kolanan. Jiyana ku em dixwazin bijîn tune tê hesibandin û jiyaneke yekperest tê ferzkirin. Li dijî vê yeke rêyên jiyanê hene. Rêya polîtîkayên hilweşandina faşîzmê xwe bi rêxistinkirine, li cem hevbûn û dora hêvîya gelan HDP’ê kombûne.”

‘EM DIKARIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’

Orhan, da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê yên herî giran li ser jinan tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê birêz Ocalan dibêje ‘cihê ku jin lê azad nebe, mirov nikare behsa azadiya civakê bike’. Jin azad bibe wê civak jî azad be. Di vî alî de têkoşîna azadiyê ya jinên kurd di cîhanê de bûye mînak. Berxwedana Rojava mînaka herî şênber e. Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ belavî hemû cîhanê bû. Qetilkirina Jîna ne ji ber ku porê wê xuya dikir bû, ji ber xwestin laşê jinê bêxin bin kontrola xwe bû. Ji bo hemû hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan em dikarin tecrîdê bişikînin û desthilata zayendperest, mêr û yekperest li erdê bixin.”

Beşdarvanên pişt re mafê axaftinê girtin jî qala bandora tecrîdê kirin.