Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir

  • jin
  • 19:18 23 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Tima Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Tîma Fûtbolê ya Jinan a Kîreçbûrnûyê 9-1 têk bir.
 
 
Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê di Koma B ya Super Lîga Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe. Amedsporê li deplasmanê bi Kireçbûrnûyê re maç lîst. Maç li Stenbolê di Stada Çayirbaşi ya Kireçbûrnûyê de hate lîstin. Gelek kesên aligirên Amedsporê ji bo piştevaniyê hatin maçê. Amedsporê di maçê de Kîreçbûrnû 9-1 têk bir. 
 
 
Amedspor a vê hefteyê 3 pûan standin, pûanên xwe kirin 4 û di lîgê de ket rêza 3’yemîn. Kireçbûrnûyê di lîgê de hêj pûan ne standiye û di rêza dawiyê de ye.