Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 10:59 24 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Jina bi navê Ş.Ç. a 55 salî li navçeya Bêgirî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Ş.Ç. a 55 salî şevê din di saetên êvarê de li Taxa Qendehar a navçeya Bêgirî ya Wanê dema nan di peht, hat îdiakirin ku kete tenûrê û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku endamên malbatê bi rewşê hesiyayîn, agahîn dan komên tenduristiyê. Xebatkarên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê dan zanîn ku Ş.Ç. jiyana xwe ji dest daye. 
 
Piştî lêkolîna cihê bûyerê, komên tenduristiyê cenazeyê Ş.Ç. bi ambûlansê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Wanê. 
 
Cenazeyê Ş.Ç. li Taxa Qendaharê hat veşartin.