Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir

  • jin
  • 21:46 26 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, binçavkirina Seroka TTB’yê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê û 11 rojnamevanan, li Kadikoyê protesto kir. 
 
Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, ji bo protestokirina binçavkirina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Fîncanciyê û 11 rojnamevanên kurd, bi dirûşmeya “Em bêdeng nabin“ li ber Operaya Sureyyayê, çalakiyek li dar xistin. Beriya daxuyaniyê ku gelek jin li hev kom bûn, bi sedan polîsan dor û ber li Operaya Sureyyayê girt.  
 
Dema ku jin li hev kom bûn, polîsan hinceta biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Kadikoyê nîşan dan û gotin ku ew ê nehêlin çalakî li dar bikeve. Jin jî destnîşan kir ku dê çalakiya xwe li dar bixin. Piştî vê bi sedan polîs, dor li jinan girtin û rojnamevan ji qadê dûr kirin. Dayikeke Aştiyê bertek nîşan da û got: “Ji bo rojnamevanên we ew binçav kirine em li vir in. Hûn hê jî ketine hewila astengkirinê. Bes e ji vê qedexeyê re." 
 
Piştre polîsan êriş bir ser jinan û ew binçav kirin. Jinan, bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “ Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye" li ber xwe dan. Welatiyên li der û dorê bertek nîşanî polîsan dan ku çima çalakgeran îşkence û binçav dikin. 
 
Berdevka Serdemê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Kocayê jî di nav de, nêzîkê 15 jin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku yên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li ser Rêya Vatanê ye.
 
Her wiha Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li ber Operaya Sureyyayê li hev kom bûn jî bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Polîsan ji girseyê re got ku dê destûra çalakiyê nedin. Girseyê jî bertek nîşan da û dirûşmeyên "Şebnem xoce ne bi tenê ye" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin. Paşê polîsan êriş bir ser girseyê û nêzî 30 kesî binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin bi berzkirina dirûşmeyên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" Şebnem Korûr ne bi tenê ye" li ber tahdeya polîsan li ber xwe dan. Polîsan destên çalakgeran ji paş de kelemçe kirine û rojnamevanên dîmen digirtin jî ji qadê dûr kirin. Di vê navberê de polîsan dest xist qirika rojnameyvaneke jin û bi pehînan jî li rojnamevaneke din xistin. 
 
Paşê Dayikên Aştiyê jî di nav de nêzî 15 kes bi berzkirina dirûşmeyan binçavkirinan şermezar kirin. Di vê navberê de polîsan carding irseyêd orpêç kir û nêzî 15 eksên din jî binçav kirin.