Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin

  • jin
  • 09:02 3 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Endama Komîteya Amadekar a Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan Dilar Solîn wiha got: "Em jin armanc dikin ku bi vê konferansê rêyên pergaleke alternatîf a li hemberî modernîteya kapîtalîsta a zilamsalarî ya deşîfrebûyî vekolin û azmûneyên li ser vî esasî çêbûne nîqaş bikin û gavine hevpar biavêjin." 
 
Tora Jin Siberojê Dihûnin, dê li Berlîna Almanyayê bi dirûşma "Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê" "Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan" li dar bixe. Konferans dê di navbera 5-6'ê mijdarê de bê lidarxistin. Konferansa ewil a Tora Jin Siberojê Dihûnin, di sala 2018'an de hatibû lidarxistin. Dê konferansa duduyan jî li Enstîtuya Teknolojiyê ya Berlînê bê lidarxistin. Dê ji gelek hawirdorên cîhanê jin tev li konferansê bibin. Di konferansê de ku dê wergerên bi kurdî, îngilîzî, almanî, îtalî, spanyolî, fransî, erebî û tirkî bên kirin, dê gelek sernav bên nîqaşkirin û komxebat bên lidarxistin. 
 
Endama Komîteya Amadekar a Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan Dilar Solînê destnîşan kir ku ew armanc dikin ku bi vê konferansî pergaleke alternatîf a li hemberî modernîteya kapîtalîsta a zilamsalarî ya deşîfrebûyî vekolin. 
 
LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST PERGALEKE ALTERNATÎF
 
Solînê da zanîn ku ev konferans ji aliyê "Women Weaving the Future/Tora Jin Siberojê Dihûnin" ve tê lidarxistin û got ku di nava vê torê de ji welatên cuda bi dehan rêxistinên jinan hene. Solînê bibîr xist ku konferansa wan a ewil di sala 2018'an de li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê hatiye lidarxistin û got ku di konferansa ewil de bi awayekî berfireh li ser pergala kedxwariyê ya modernîteya kapîtalîst sekinîne û hewl dane palpiştên wê deşîfre bikin. Solînê wiha domand: "Bi taybetî me xwest em bidin xuyakirin ku bê pergala serdest a zilamsalarî çawa li hemû qadên jiyanê bûye xwedî pratîk."
 
Solînê bilêv kir ku di konferansa ewil de biryar girtine ku dê du sal bi şûn de ya duduyan li dar bixin, lê ji ber pandemiyê niakribûne li dar bixin û ev tişt anî ziiman: "Piştî çar salan em ê a duduyan li dar bixin. Di vî 4 salî de gelek geşedanên girîng rû dan. Şerê Cîhanê yê Sêyan bi awayekî erdnîgarî berfirehtir bû û pirsgirêk kûrtir bûn. Krîza pergalê hîn bêtir berbiçav bûye. Beriya pandemiyê di serîhildanên civakî de asteke cidî rû da bû. Em bînin bîra xwe, têkoşîna ji bo avhewayî ya bi pêşengiya ciwanan pir girîng bû. Her wiha meşên girseyî û bihişmet ên jinan jî berbelav dibûn. Di netew-dewletan de bi taybetî yên li ber rûxandinê têkoşînên ji bo azadî û demokrasiyê berbiçav dibûn. Paşê pandemî hat û me dît ku pergal hîn bêtir êrişkar bû." 
 
Solînê wiha domand: "Azadî hîn bêtir hatin sînordarkirin, mafên destketî cardin hatin binpêkirin. Me dît ku rejîm ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe guh li tu pîvanan nakin. Me dît ku bê demokrasî, serdestiya hiqûqê, azadî û mafên jinan çi qas bêparastin man. Li Afxanîstanê tevî hemû îtirazên jinan û civakê Talîbanê kirin desthilat, darbe hatin çêkirin, bi darê zorê ax hatin dagirkirin, kedxwarî zêde bû, jiyan bihabûn çêbû, pirsgirêka enerjiyê rû da hwd. Li gel ev qas tiştî bi piranî polîtîkayên qirkirina jinê esas hatin girtin û hewl dan hişyarbûn û serîrakirian jinê bitepisînin. Dewletê û zilam hema bibêje bi hev re xwestin derbê li azadiya jinê bixin. Li dijî vê pergala ku her roj gefê li jiyana me û gerstêrka me dixwe, kirina hin tiştan bivênevê ye. Em jin divê hem vê pêvajoya dîrokî rast dahurînin û hem jî polîtîkayên çareseriyê xurttir bikin. Jixwe di sedsala 21'ê de di têkoşîna li dijî pergalê de me jinan rola pêşengiyê hilgirtiye. Lê pêdivî bi liv û tevgereke hîn birêxistinkirî û hevpar heye. Em jin armanc dikin ku bi vê konferansê rêyên pergaleke alternatîf a li hemberî modernîteya kapîtalîsta a zilamsalarî ya deşîfrebûyî vekolin û azmûneyên li ser vî esasî çêbûne nîqaş bikin û gavine hevpar biavêjin." 
 
KONFEDERALÎZMA JINÊ YA DEMOKRATÎK A CÎHANÊ
 
Solînê li ser "Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê" jî sekinî ku di konferansê de behsa afirandina wê tê kirin. Solînê got: "Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê, pêşniyaznameyeke ji bo rêxistinkirina jinan a di asta gerdûnî ya tevgera jinê ya kurd e. Helbet dê ev pêşniyazname berpêşî konferansê bê kirin û dê li ser awayê pratîkkirina wê bê sekinandin. Helbet ev pêvajoyeke demdirêj e. Kes ne li bendê ye ku bi konferansekê an jî di nava çend salan de bi çend konferansan Konfederasyona Jinê ya Demokratîk a Cîhanê pêk bê. Lê ger pêkhateyên konferansê, li teref fikra me ya divê jin di asta gerdûnî de xwe birêxistin bikin bibin, em ê karibin di vê konferansê de gavine berbiçav biavêjin." 
 
Solînê di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê di vê konferansê ku dê diyarî kesên dane ser rêça felsefeya "jin, jiyan, azadî"yê û yek ji organîzatorên konferansê Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku li Silêmaniyê hatibû qetilkirin û wiha got: "Em yeqîn dikin ku em ê di asta gerdûnî de rêxistinbûyîna jinê bi pêş ve bibin û bi awayekî xurt bersiva van qetlîaman bidin. Her wiha em wiha bawer dikin ku ev konferans dê ji bo pêkanîna xeyalên jinên şoreşger ên cîhanê yên jiyana xwe ji dest dane jî bibe gaveke girîng." 
 
MA / Mujdat Can