Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê

  • jin
  • 10:22 7 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di meha cotmehê de herî kêm 36 jin hatin qetilkirin, hewldana qetilkirina 6 jinan çêbû û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha cotmehê parve kir. Li gorî çeteleyê; di cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin û 6 jin jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû man. Her wiha di cotmehê de de 21 jinan û 7 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 21 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 4 jin ji aliyê zilamên ku nas nedikirin ve, 5 jin ji aliyê xizmên xwe yên zilam ve û 5 jin jî ji hêla zilamên ku nas dikirin ve hatin qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin 20 jê bi çekê, 6 jê bi alavên tûj, 8 jê jî bi îşkence û rêbazên din hatin qetilkirin. Jinek jî hem bi çek hem jî bi alavên bibir hate qetilkirin. 
 
Ji jinên hatine qetilkirin 7 jê li Stenbolê, 8 jê li Enqereyê, 3 jê li Xarpêtê, yek jê li Aydinê, yek li Denîzliyê, yek li Muglayê, yek li Edeneyê, yek li Îzmîrê, yek li Erziromê, yek li Ispartayê, yek li Mêrdînê, yek li Kocaeliyê, yek li Sêwasê, yek li Kirklareliyê, yek li Antalyayê, yek li Kayseriyê, yek li Yozgatê, yek li Rihayê û yek jî li Çanakkaleyê hat qetilkirin. 
 
Derheqê hevjînên 4 jinên hatine qetilkirin de biryara dûrxistinê hebû lê dîsa jî pêşî li qetilkirina wan nehat girtin.