Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin

  • jin
  • 11:11 7 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Jinan ragihand ku ew ê îsal jî li dijî tundiya zilam-dewletê di 25’ê Mijdar3e de li Tunela Taksîmê bin. 
 
Jin zend û bendên xwe ji bo 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li Dijî Jinan a Navnetewî gire didin. Bi rasthatina 25’ê Mijdarê jin amadekariya vê rojê dikin. Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ragihand ku ew ê wek her sal roja 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê bin. Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Hê jî zilam û dewlet mîna ne xwe. Em ê jî wek xwe bikin û di 25’ê Mijdarê de saet li 19.00’an li dijî tundiya zilam-dewletê li Tunela Tksîmê bin. Hadê em saetên xwe eyar bikin û em wisa bikin ku banga me bila bigihîje her jinekê.”