Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî

  • jin
  • 17:27 12 Mijdar 2022
  • |
img
WAN/STENBOL - Jinên ku xwestin starta 25’ê Mijdarê ya diyarî Jîna Emînî kirin li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bidin, astengkirin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kirin. Li Stenbolê jî bertek nîşanî êrişên li dijî jinan û sûcê şer hate dayîn. 
 
Tevgera Jinên Azad li Wanê bi dirûşmeya “Li dijî faşîzm û qirkirina jinê niha dema azadiyê ye” starta çalakiyên xwe yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê ya Navnetewî de bên lidarxistin da. Starta çalakiyên îsal diyarî Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” yên Îranê ve hate qetilkirin hate kirin. Jinan xwest startê li gundê Memedalan ê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bidin lê leşkeran pêşiya jinan girtin û astengkirin ku bikevin gund. Jinên ku saetekê di ketina gund de li ber xwe dan, pişt re bi dirûşmeyan dîsa vegeriyan navenda navçeyê. Jin li vê derê jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jinan li vir dirûşmeyên “Jin natirsin hesap dipirsin” , “Jîna Emînî rûmeta me ye” û “Jin jiyan azadî” berzkirin û rewş şermezar kirin. 
 
Jinên ku li navenda navçeyê kom bûn wêneyên Emînî ya hate qetilkirin û dowîzên “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
‘EM Ê DENGÊ TÊKOŞÎNA JINAN BILIND BIKIN’
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan a li vir li dijî astengkirina polîsan axaftineke kurt kir, wiha got: “Ez bang li kesên ku me asteng dikin dikim. Hûn bi çek û mertalên xwe nikarin me bidin rawestandin. Hemû îktîdarên heyî têk çûn hûn ê jî têk biçîn. Îqtîdar ji bo desthilatdariya xwe we didin xebitandin. Lê divê bê zanîn em tu carî nayên lîstîkan, em ê her tim bibin hêviya gel, em ê berxwedana jinan bidomînin, em ê dengê têkoşîna jinan bilind bikin. Em astengiya ku li vir hatî kirin carek din şermezar dikin.”
 
STENBOL 
 
Di pêşengtiya TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê gelek jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Nûnertiya Kanarya ya HDP’a Kuçukçekmeceyê hatin gelhev. Polîsan bi hinceta ku “qedexeya çalakiyan” a Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê heye nehiştin jin ber bi Gola Kuçukçekmeceyê ve bimeşin. Jinên ku bertek nîşanî biryara qedexeyê dan, li nûnertiyê daxuyanî dan. 
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz diyar kir ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo polîtîkayên şer ên dewletê û tundiya li dijî jinan şermezar bikin hatine gelhev û wiha got: “Me xwest ji bo sekinandina tundiya li ser jinê û bikaranîna çekên kîmyewî meşekê li dar bixin. Bi bikaranîna çekên kîmyewî mirov û xweza tên qetilkirin. Gokgoz, bi lêv kir dayikên kurd natirsin û meşa li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tê lidarxistin silav kir. 
 
Jinan piştî axaftina Gokgoz lîlandin û dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.