Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e

  • jin
  • 11:39 14 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Endama Komeleye Piştevaniyê ya Jinan Ekîn Baltaş, destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê “rêça nasnameya dewletê ye” û got: “Li Tirkiyeyê faîl mêr ê lê li Kurdistanê bêhtir kesên xwedî unîforma ne. Divê gotinek hevpar bê gotin."
 
25’emîn Komcivîna Navendên Piştevaniyê/Şêwirmendiyê û Malên Spartinê yên Jinan îsal li Amedê hate lidarxistin. Komcivîna ku di 12’ê cotmehê de hatibû destpêkirin dê îro (14’ê cotmehê) bi dawî dibe. Lijneya bi pêşengtiya Weqfa Mor Çati û Komeleya Jinan a Rosayê hatiye lidarxistin li gel akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvistan bi giştî tevlîbûna 300 jinan dest pê kir. Di komcivînê de mijarên malbat, tundiya zayendî, sûcên dijî zarokan, xwe gihandina edaletê ya jin û zarokan û gelek mijarên têkildarî jinan hatin nîqaşkirin.
 
Polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan tên meşandin li Kurdistanê xwe bi polîtîkayên şerê taybet mayînde dike. Ev polîtîka xwe li her qadekê li dijî bedena jinan wek “tundiya bi unîforma” dide nîşandan. 
 
Endama Tora Piştevaniyê ya Jinan parêzer Ekîn Baltaş li ser polîtîkayên şerê taybet sekinî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. 
 
‘JINAN DIKE HEDEFA XWE' 
 
Baltaş destnîşan kir ku polîtîkayên şer piralî tên meşandin û wiha axivî: “Bi taybetî îşkenceya li dijî jinan tê meşandin, polîtîkayên girtîgehan nîşanî me didin ku mêr tenê wek muhatap têne girtin. Dewlet ji jinan re dibêje ‘Hûn weke jin nikarin li dijî me têbikoşîn û polîtîk tevbigerin. Nexwe em ê te ji ber zayenda te jî te biçûk bixin.’ Dema em çalakiyên li Rojhilatê Tirkiyeyê dinêrin mudaxileyên polîsan pir tund in. Dîsa binçavkirinên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê nîşanî me dide ku em mûhatap nayên dîtin. Dema em li Tirkiyeyê dinêrin dema rayedarên dewletê îşkenceyê û tecawizê dikin bêceza têne hiştin û bi vî awayî tên bi xelatkirin.”
 
TÊKOŞÎNA NETEWÎ Û NASNAME
 
Baltaş da zanîn ku polîtîkayên bêcezahiştinê “şopa nasnameya dewletê” ye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê faîl bi piranî mêr e û li Kurdistanê jî bi piranî kesên bi unîforma ne. Ev berdevkên dewletê ne. Dewlet ji van re wiha dibêje ‘Em tundiya dijî jinê rewa dibînin û kesên tundiyê pêk tînin gotina me dibêje. Em van kesan bi ceza nakin’. Ev mikurhatineke aşkera ye. Li Kurdistanê tundiya ji ber nasnameyê heye û ji ber vê dengê vir zêde naçe Tirkiyeyê. Carnan têkoşîna nasnameyê û têkoşîna netewî tên tevlîhevkirin. Lê belê ev her du têkoşîn hin caran tên cem hev. Tundî li aliyekê ji ber zayenda me li aliyê din ji ber nasnameya me ya neteweyî li ser me tê meşandin. Em hem wek kurd hem jî wek jin tên eciqandin. Ji ber vê yekê divê em aliyê vê têkoşînê yê netewî û yê jinê baş derxin pêş.”
 
‘DIVÊ GOTIN HEVPAR BE’
 
Baltaş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li rojavayê Tirkiyeyê li hemberî têkoşîna jinan baldariyek heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Taybetî jî li dijî kuştina Garîbe Gezerê bi lez û bez çalakî hatin lidarxistin û çûn ser vê meseleyê. Lê divê ev neyê jibîrkirin; divê teqez gotinek hevpar bê gotin. Mînak dema li Anyalyayê jinek tê kuştin û li pişt vê dema rêxistineke jinan tune be serê meseleyê tê girtin. Ji ber wê hewcehiya pê heye ku bibe rojev û têkoşînek hevpar were kirin." 
 
MA / Eylem Akdag