TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire

  • jin
  • 15:30 14 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li gundê Hespîstê yê Hezexê bi jinan re civiya. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di hevdîtinê de diyar kir ku jin di her qadên jiyanê de rastî tundiyê tên lê belê dê kesek nikare pêşî li ber têkoşîna wan a azadiyê bigire.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan de li gundê Hespîst ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Hezexê, aktîvîstên TJA’yê, endamên rêxistina HDP’a Hezexê û gelek jin tev li bernameyê bûn. Di hevdîtinê de pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” hatin vekirin. 
 
Di destpêkirin bernameyê de aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç axivî. Tunç, diyar kir ku jin di her keliya jiyanê de li ber xwe didin û wiha got: “Ev sedsal, sedsala azadiya jinan e. Bi vê felsefeyê em xebatên xwe didin meşandin. Li her qadan em bi jinan re dicivin. Weke her sal îsal jî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de me xebatên xwe dan destpêkirin.”
 
‘NIKARIN ME BÊDENG BIKIN’
 
Piştre jî Parlementera HDP’î Nûran Îmîr axivî. Îmîr jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û ev tişt anî ziman: “Tundiya li ser jinê, qirkirina li ser jinan, hemû girêdayî polîtîkayên desthilatdariya dewletê ne. Heke ku ne girêdayî desthilatdariyê bûna, îro çar aliyê me dorpêç nedikirin. Ji hebûna jinê ditirsin. Bi tirsê, bi gefan dixwazin her kesî teslîm bigirin. Lê jin van mudexeleyan qebûl nakin û gav paşve naavêjin. Li Kurdistanê tundiya ku li ser me tê ferzkirin piralî ye. Ji nava malê bigirin heta kolanan û qada siyasetê, jin rastî tundiyê tên. Pêşengên tekoşîna jinan hedef digirin. Ji ber ku ji jinan û azadiya jinan ditirsin. Lê li her deveran, li kolanan, li taxan wê tekoşîna me bidome. Nikarin me û tekoşîna me bêdeng bikin.”
 
Bername bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.