Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne

  • jin
  • 09:05 24 Adar 2018
  • |
img

STENBOL – Jinên ku di Roja Jina ya Cîhanê de bi şidetê re rû bi rû man, diyar kirin ku ev yek ji ber polîtîkayên jinan ên îktîdarê xwe dide der û gotin: “Bila jin li hemberî çewisandinên herî biçûk de jî dengê xwe derxînin, çimkî dema em bêdeng bimînin wê bêtir bi ser me de bên.”

Jinên ku piştî Meşa Şevê ya Feminîst ku di 8’ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê de li Taksîmê li dar xistin, bi şidetê re rû bi rû man, gilî kiribûn. Jinan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kirin ku ev girêdayî polîtîkayên jina yên îktîdarê ne. 
 
Ozlem Eylul Dînler, diyar kir ku şideta li hemberî jinan gihaştiye asta herî jor. Dînler bi lêv kir ku şideta fizîkî û devkî ya ku jin pê re rû bi rû ddimînin heman tişt e. Dînlerî destnîşan kir ku divê şideta ku roja 8’ê Adarê hat kirin wekî tiştekî hêsan neyê fêmkirin û ew her cure şideta mêrî red dikin. Dînler, anî ziman ku mêrên ku şidetê wekî hêza xwe dibînin bi feraseta dewletê xwe xweyî dikin û got: “Heta ku mêrên şidetê dikin neyên rawestandin wê ev mînak zêdetir bibin. Bang li jinan dikim. Bêdeng nemînin, netirsin û vê yekê enjekteyî zarokên xwe jî bikin. Çimkî çewisandina mrî tê wateya mudaxilekirina jiyana we. Em jin in vê yekê qet ji bîr nekin. Bi awayekî tund li dij derkevin.” 
 
‘EM QEBÛL NAKIN’ 
 
Elzem Hediye Yaptiterek jî şideta ku ew pê re rû bi rû dimînin ji ber hegemonyaya mêrî ye û got: “Ew feraseta ku şidetê rewa dikin û şideta dewleta mêrî jî qethiyen qebûl nakin.” 
 
Ezgî Toptaş jî diyar kir ku di şeva 8’ê Adarê de ev yek hat serê wan û got: “Tam jî di rojeke ku me li dijî polîtîkayên ku dijminatiya jinan dikin îsyan dikir pêk hat. Di 9’ê Adarê de jî bûna me yê heman tişt hîs bikirana.” Toptaş diyar kir ku di 10 salên dawî de hewldaneke ku jin ji civakê bên dûrxistin heye û got: “Ji ber kincên tê lixwekirin, dem û wexta li kuçeyan û ger abi awayekî ducanî tim destên dewletê li ser me ye.” Toptaş destnîşan kir ku li dijî şidetê wê xweparastina jinan çareseriyê bi xwe re bîne, lê belê tişta sereke jî ew ku feraseta ku bi gotin û bizavên xwe dijminatiya jinan dike neguheriye. 
 
‘JI BER ME LI DIJÎ ŞIDETÊ DENG DERXIST BERTEK HATIN NÎŞANDAN’
 
Toptaş diyar kir ku ji ber wan li hemberî şideta ku pê re rû bi rû mane deng derxistine bertek hatine nîşandan û got: “Dema ev bûyera qewimî hnan got ‘hûn zêde mezin dikin, ne hewce ye hûn biçin dadgehê, hûn esnafên vana dera ne, hûn dikarin çareser bikin.’ Em jî dizanin ku dê dadgehên dewletê ceza nedin van zilaman, lê me xwest em nîşan bidin ku ev rewş ne tiştekî qanûnî ye û herkes wisa bi rihatî nikare heqaretê li jianan bike. Bila jin li hemberî çewisandinên herî biçûk jî dengê xwe derxînin, çimkî dema em bêdeng bimînin wê bêtir bi ser me de bên.”
 
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Nermîn Mûratogûllari jî destnîşan kir ku çavkaniyên ku şidetê xweyî dikin heman çavkanî ne û got: “Bahaneyên hemû şidetên li hemberî jinan hene. Bi gotinên wekî ‘çima li xwe dikî, çima dikî, bi vî awayî çima hûn çûn wir’ dixwazin reş bikin. Qethiyen em ê bi paş ve gav navêjin. Me gilî kir û em ê şopdarê vê mijarê bin. Em ê di hemû mijarên têkildarî jinan de hesas bin. Em ê bi bîrbiriya xwişkîtiyê tim li ber xwe bidin.” 
 
MA / Necla Demir