Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû

  • jin
  • 21:19 15 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên ku li dijî astengiya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Li navçeya Sîlopiyayê li Kolana Hunerê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê de bi pêşengiya TJA’yê jinan xwestibû ku bi xeleka binevşî balê bikişînin ser kuştina jinan, lê rastî astengiya polîsan hatibûn. Jinan astengiya polîsan bi meşekî şermezar kiribûn û piştre li ber avahiya HDP’ê ya Sîlopiyayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Çalakiya rûniştinê ya ku bi saetan berdewam kir bi dawî bû. 
 
Di dawiya çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya Silopiyayê Asûman Kulter axivî. Kulterê diyar kir ku tenê daxwaziya wan şermezarkirina tundiya li ser jinan bûye û got ku ew ê her tim çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.