Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re

  • jin
  • 19:51 17 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaranê qert ji girtiyên nexweş û jinên KESK'î yên girtî re şandin girtîgehan. 
 
Platforma Jinan a Şahmaranê, di çarçoveya bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê de li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şaxa Platforman ya li Taxa 13 Martê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bi rêya postê qert ji girtiyên nexweş û jinên KESK’î yên girtî re şandin girtîgehan. Platforma Jinan a Şahmeranê bi vê çalakiya xwe xwest balê bikşîne ser rewşa girtîgehan û jinên girtî.
 
Her wiha di çarçoveya bernameyê de dê sibê li Rihayê serdana malbata Şenyaşarê bê kirin.