Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin

  • jin
  • 11:38 21 Mijdar 2022
  • |
img
WAN - Di hilbijartina 23 baroyên di meha cotmehê de li Kurdistanê hatin kirin de ji rêveberiyên baroyan re 169 mêr û 59 jin hatin hilbijartin vê yekê cihekariya nûnertiya wekhev de careke din raxist ber çavan. Ji rêveberiya 23 baroyên ku meha cotmehê li Kurdistanê hilbijartin kirin re 169 mêr û 59 jin hatin hilbijartin vê yekê jî cihekariya nûnertiya wekhev careke din raxist berçavan. Parêzer Zeynep Kûtlûk, diyar kir ku ji bo çareseriyê veguherîneke bingehîn şert e. 
 
Newekheviya ku rolên zayendî yên civakî kûrtir dike, li gelek qadan zayendperestiyê jî bi xwe re tîne. Mînaka şênber a tabloyê di hilbijartinên giştî yên 24’ê Hezîrana 2018’an de bi 103 jinan ji sedî 17 jin hatin hilbijartin, heman tablo di rêxistinên sivîl ên civakî de jî heye. 
 
DI 23 BAROYAN DE 169 ZILAM 59 JIN HATIN HILBIJARTIN
 
Yek ji saziya ku jin têkoşîna nûnertiya wekhev didin jî baro ne. Baro saziya ku jinên tundî lê tê kirin ji bo çareseriyê serî lê didine. Di rêveberiyên wan de li dijî gotinên jinan, berxwedaneke zêde heye. Di çarçoveya hilbijartinên di meha cotmehê hatin kirin de li Kurdistanê 23 baroyan rêveberiyên xwe diyar kirin. Lê di 23 baroyan de bi komî 59 jinan cih girt vê yekê jî cihekariya heyî careke din raxist li ber çavan. 
 
Di rêveberiya Baroya Amedê de 3 jin 8 zilam, li Wanê 3 jin 8 zilam, li Agiriyê 2 jin 7 zilam, li Erdexanê 2 jin 5 zilam, li Îdirê 3 jin 6 zilam, li Erziromê 4 jin 7 zilam, li Bedlisê 2 jin 7 zilam, li Qersê jinek, 8 zilam, li Mûşê jinek û zilamek, li Colemêrgê 3 jin û 6 zilam, li Dîlokê 4 jin û 7 zilam, li Rihayê 3 jin û 7 zilam li Êlihê 3 jin û 8 zilam, li Erzinganê 3 jin û 6 zilam, li Dîlokê 4 jin û 7 zilam, li Rihayê 3 jin 7 zilam, li Êlihê 3 jin 8 zilam, li Erzinganê 3 jin 6 zilam, li Xarpêtê 3 jin 8 zilam, li Meletiyê 3 jin 8 zilam, li Dêrsimê 4 jin û 3 zilam, li Çewligê 2 jin û 7 zilam li Mêrdînê jinek û 10 zilam, li Sêwazê 3 jin û 8 zilam li Şirnexê 2 jin û 9 zilam, li Mereşê 2 jin û 9 zilam li Sêrtê jî 2 jin û 9 zilamên parêzer di rêveberiyên baroyan de cih girtin.
 
DI BAROYÊN SEMSÛR Û KÎLÎSÊ DE JIN NÎNIN!
 
Li Baroya Semsûrê di rêveberiya ji 11 kesan pêk tê û rêveberiya Baroya Kîlîsê ya ji 9 kesan pêk tê de jinek jî nîne. 
 
‘VEGUHERÎNA BINGEHÎN ŞERT E’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Wanê Zeynep Kûtlûk destnîşan kir ku tabloya heyî ji newekheviya zayendî pêk tê û da zanîn ku di rêvebriya Baroya Wanê de ji bilî serok û cigîrê serokê baroyê 11 zilam di rêveberiya baroyê de cih digirin û tenê 3 jin di rêveberiyê de ne. Kûtlûk, bi lêv kir ku ji bo jin bên temsîlkirin divê veguhertinek bingehîn bê kirin û anî ziman ku bi newekheviya zayendî re şertên newekheviya firsendê jî bi zehmet bûne. Kûtlûk, destnîşan kir ku ji bo avaniyên bingehîn û berfirehtir divê jin di temsiliyetê de cih bigirin. Kûtlûk, anî ziman ku tevî di Baroya Wanê de ji 900 parêzeran 300 jin qeyd kirî ne jî di rêveberiyê de tenê 3 jin hene û bi lêv kir ku ev yek nîşan dide ku di rêveberiyê nûnertiyeke newekhev heye.
 
NEWEKHEVIYA CIVAKÎ Û FIRSENDÊ
 
Kûtlûk, bal kişand ku sedemê bingehîn ê temsîla newekheviyê rolên zayendî yên civakî ne û wiha got: “Li pêşiya temsîlkirina jinan gelek astengiyên weke çandî, civakî, psîkolojîk hene. Jin di her qada civakî de rastî tundiyê tên. Bandora van a civakî, dibe sedemê newekheviya zayendî ya di temsîlê de.”
 
‘NÊZÎKATIYEKE SERXWEGIR HEYE’
 
Kûtlûk, qala hilbijartinên baroyê kir û wiha vegot: “Dema me li dîrokê nêrî nûnertiya wekhev a jinan qet çênebû. Di hilbijartinên baroyê de ev jiya; arastekirin û piştgiriya hevalên mêr hebû lê zêdetir nêrîneke serxwegir hebû. Em vê nêzîkatiyê rast nabînin.”
 
CIVAKA SERWERA ZILAM
 
Kûtlûk, anî ziman ku di hilbijartinên baroyê de ji bo serokatiyê tu jin nebûn namzet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo serokatiya Baroya Wanê tu jin nebûn namzet. Heke jinek bûbûya namzet wê çiqas piştevanî girtibûya, ev mijareke nîqaşê ye lê li gorî min piştgirî nedigirt. Ji ber ku di civakeke ku zilam lê serwere de dijîn.”
 
Kûtlûk, diyar kir ku parêzerên jin ji ber berpirsyariya malbatî gelek pirsgirêkan dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinan di qada xebatê de gelek destkeftî bi destxistin lê malbatên me jî hene. Çend hevalên jin di nav malbatê de mûameleyeke wekhev dibine? Di nav malbatê de gelek berpirsyarî heye. Bi van berpirsyaran re ne pêkane ku jin di jiyana xebatê de xwe temsil bike. Heke wekheviya zayendî ya di nava malbatê de pêk were wê cih girtina di temsiliyete de jî pêkan be. Em bikarin di her qadê de wekheviyê bikarbînin em bikarin wekheviyê jî pêk bînin.”
 
MA / Berîvan Kûtlû