Jin vexwendin Meşa 25'ê Mijdarê: Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' qadan tije bikin

  • jin
  • 09:05 24 Mijdar 2022
  • |
img
COLEMÊRG – Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo meşa ku dê bi pêşengiya TJA'yê li Geverê bê lidarxistin bang li jinan kirin û gotin: “Em ê bi dirûşme û felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' dê qadan tije bikin û vê sedsalê bikin sedsala jinê.”
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, bênavber çalakî tên lidarxistin. Fînala çalakiyan jî dê di 25'ê Mijdarê de li Geverê bê lidarxistin. Bi pêşangiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dê meşeke girseyî bê lidarxistin. Endamên Meclîsa Jînan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hemû jinan vexwandin meşa 25'ê Mijdarê ku dê li Geverê bê lidarxistin.
 
'DÊ AZADÎ BI SAYA JINAN PÊK BÊ'
 
Endama Meclisa Jinan a HDP’ê ya Geverê Şadiye Kirmizigûlê bibîr xist ku li rojhilatê Kurdistanê piştî kuştina Jîna Emîniyê ku ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû kuştin, bi pêşengiya jinan berxwedan û serhildaneke mezin derketiye holê û wiha got: “Ev çalakiya li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, niha li her derê Rojhilata Navîn belav bûye. 25’ê Mijdarê ji bo me jinan, girîng e. Ji ber ku roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê ye."
 
Kirmizigulê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tundiya li ser jinê tenê tundiyeke fîzîkî nîn e. Cur bi cur cureyên tundiyê hene. Ji tundiya derûnî bigrin heya ya aborî gelek cureyên wê hene û jin di nava rojê de jî rastî vê tundiyê tên. Em endamên Meclisa Jinan a Geverê ev hefteyek e li hemû tax, kuçe û kolanan e û xwe digihînin her jinê û girîngiya roja 25’ê Mijdarê tînin ziman. Êdî her jinek di ferqa vê rojê û xweparastinê de ye. Em ê jî ji bo 25 Mijdarê li Geverê, li ber deriyê Otêla Osloyê meşekê li dar bixin. Em dixwazin hemû jinên xwedî hêz û şoreşger tevlî meşê bibin. Ger azadî pêk bê, dê bi saya jinên kurd pêk bê."
 
'LI DIJÎ PERGALA KOLEDARIYÊ TEV LI MEŞÊ BIBIN'
 
Halîme Sûreyê jî diyar kir hefteyeke tax bi tax û mal bi mal digerin û jinan vedixîwnin meşê û wiha got: “Em naxwazin êdî jin bên binpêkirin. Ji bo tundiya li ser jinê û binpêkirin bên sekinandin em jin hemû dakevin qadan û xwedî li mafên xwe derkevin. Her tim jin têb girtin û kuştin. Her wiha jin wekî koleyan tê dîtin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo ev pergala koledariyê ji holê rabe, werin tevlî meşa 25’ê Mijdarê bibin.”
 
DÊ BI DIRÛŞMA 'JIN JIYAN AZADÎ' DAKEVIN QADAN
 
Gulcan Ceylanê jî got ku jin tim li dijî komkujî, tundî, talankirina xwezayê û tarîtiyê têdikoşin û wiha axivî: “Em jin kuştina jinan û tunehesibandina jinan qebûl nakin. Em ê îsal li dijî tundiya dewleta mêrî, bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' 
li qadan bin. Em ê bi ruhê berxwedanê li benda jinên Geverê bin ku tev li meşa Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê bibin."
 
'EM Ê VÊ SEDSALÊ BIKIN SEDALA JINÊ'
 
Endamê Meclisa HDP’ê Leyla Atsakê jî diyar kir ku jin li ku dibe bila bibe li ber neyartiyê radibe û got ku ev deng û pêngav li hemberî hiş û hişmendiya mêrî û dewletê bilind dibe. 
 
Atsakê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em ê li Geverê meşa xwe saet di 13.00’an de li dar bixin. Em li hemberî tundiya li ser jine hemû jinên Geverê vedixwînin vê meşê. Werin em meşa xwe bi girseyî li dar bixin û hêza jinê nîşanî zilma zilêm bidin. Dengbilindkirina me çi qasî zêde be, jin dê ew qasî bê naskirin. Em jin, li kîjan qadê bin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. He roj jin tên kuştin. Her roj bîlançoya kuştina jinê zêde dibe. Îsal em ê bi dirûşme û felsefeya 'Jin Jiyan Azadî'yê qadan tije bikin û vê sedsalê bikin sedsala jinê.”
 
MA / Mazlum Engîndenîz