MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin

  • jin
  • 14:32 24 Mijdar 2022
  • |
img
 
 
STENBOL – MKGP’ê “Rapora Binpêkirina Mafan a 3 Mehan a Têkildarî Rojnamegerên Jin” bi daxuyaniyekê eşkere kir û xwest ku rojnamegerên girtî di zûtirin demê de bên berdan. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Rapora Binpêkirina Mafan a 3 Mehan ya Têkildarî Rojnamegerên Jin bi civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê eşkere kir. Di civînê de wêneyên rojnamegerên jin ên girtî hatin hildan û dowizên "Çapemeniya azad nikare bêdeng bikin”, "Çapemeniya azad serî natewîne", "Em pênûsa Gurbetellî ya nayê tewandin in" hatin hildan. 
 
Kurdiya raporê ji aliyê endama MKGP'ê Dûrket Suren a tirkî jî ji aliyê endamên MKGP'ê Nezahat Dogan û Hayam Bulut ve hat xwendin.
 
Di raporê de wiha hat gotin:
 
“Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê em rapora xwe ya 3 mehan a binpêkirinên mafan ên di sala 2022’yan de li dijî rojnamegerên jin pêk hatine diweşînin.
 
Ji 2015’an vir ve li dijî zext, tundî, girtin, binçavkirin û hepskirinan rojnameger, di berdewamkirina kevneşopiya çapemeniya azad de ji bona ku civak bigihêje nûçeyan û rastî derkevin holê li qadan û li her deveran peywira xwe ya rojnamegeriyê didomînin.  
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hedefgirtina çapemeniyê û bi taybetî jî bi hedefgirtina çapemeniya azad a Kurd, bi tundî û astengkirina mafê me yê çêkirina nûçeyan zextên xwe didomîne. Bi girtina gelek rojname û ajansên muxalîf re niha jî dest bi serdegirtina saziyên medyayê kirin û bi vî awayî jî dest danîn ser kamera û alavên teknîkê û xebatkarên wan hatin girtin. Di bin çavan de rojnamegerên jin rastî îşkence û tundiyê hatin. Li erdê hatin kaşkirin, destên wan ji paş ve hatin kelemçekirin û bi îşkenceya zayendî ya polîsan re rû bi rû hatin hiştin.
 
Îdianameya 4 jê jin 16 rojnamgerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin nehatiye amadekirin û ligel vê yekê rojnameger hê jî girtî ne. Hinceta girtina wan jî şopandina nûçeyan û nûçeyên ku çêkirine weke sûc tê dîtin e. Di 29’ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de 5 jê jin 9 rojnamegerên ku di çapemeniya azad a Kurd de dixebitin hatin girtin.
 
26 rojnamegerên ku di nava 6 mehan de hatine girtin 10 jê ji wan jin in. Ev hejmar dide xuyakirin ku rojnamegerên jin ên li dijî desthilatdar û medyaya wê têdikoşin di hedefê de ne. 
 
Di her serdemê de ji her 3 mehan carekê êrîşên li ser rojnameger, binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê, girtinên ji bo azadiya ramanê, mafê jiyan û ewlekariya rojnamegeran em bi daneyên ku dest dixin, dikin rapor û parve dikin. Ligel vê yekê dane û hejmarên nehatine xuyakirin jî hene. 
 
Daneyên binpêkirinên mafan ên 3 mehên tebax-îlon-cotmehê ev in;
 
TEBAX
 
Di meha tebaxê de binpêkirinên mafên jiyan û ewlehiyê ya rojnamgeran zêde bûn. Bi vê yekê re tundiya li dijî rojnamegerên jin ên li qadan nûçe dişopandin û tundiya li ser hemû jinan jî zêde bûn. 4 jê jin 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin 5'emîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê di nirxandina xwe ya mehane de cara duyemîn biryara berdewama girtinê da. Rojnamegerek rastî êrîşê hat, 10 rojnameger rastî tundiyê hatin, 3 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 2 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin. 
 
Di binpêkirina azadiya raman û derbirînê ya li dijî rojnamegeran de; 4 rojnameger doz li wan hatin vekirin, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat vekirin, 2 rojnameger rastî zext û sansûrê hatin, 30 hezar cezayê pereyan hat birîn, hejmara rojnamegerên ku darizandina wan berdewam kir 4 û hejmara dosyayan jî weke 4 di daneyên Tebaxê de derketin holê.
 
ÎLON
 
Di meha Îlonê de jî tiştek neguherî. Dîsa di hedefa zextan de rojnameger û jin hebûn. Binpêkirinên li dijî mafê jiyan û ewlehiyê de: 3 rojnameger rastî êrîşan hatin, 2 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 7 rojnameger rastî tundiyê hatin, 4 rojnameger hedef hatin nîşandan û li girtîgehan 3 binpêkirinên mafan di daneyan de hatin xuyakirin. 
 
Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 2 rojnameger doz li wan hat vekirin û darizandina 15 rojnamegeran berdewam kir. Rojnameger bi 16 sal û 24 meh û 59 rojan hatin cezakirin. Darizandina 17 rojnameger û 13 dosyayên rojnamegeran berdewam kirin.
 
Di vê mehê de li Wanê 3 rojnamegerên jin di dema nûçe dişopandin de rastî êrîşa polîsan hatin û çek dirêjî serê wan hatin kirin. Ew çeka ku li rojnamegerên jin hat dirêjkirin îspata bêtehemuliya ser çapemeniya jinê ye û nîşaneya li ti qadê ewlehiya ti rojnamegeran nîn e ye. 
 
COTMEH 
 
Di meha Cotmehê de binpêkirinên li ser mafê jiyan, azadiya raman û derbirinê zêde bûn. Em bi qetilkirina Nagihan Akarsel a ku di rojnamegeriya jinê de xwedî kedeke mezin e û di encama êrîşa çekdarî ya li bajarê Silêmaniye ya Herêma Kurdistana Federe de ketin vê mehê.
 
Di vê meha ku Qanûna Sansûrê ya bi dengên AKP-MHP’ê di Meclîsê de hat qebûlkirin de, li qadê xwe bi pêşîlêgirtina nûçeyan, bi tundiya polîsan a girtina kamerayan û astengkirina nûçeyan nîşan da.
 
Di meha Cotmehê ya binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê de; rojnamegerek rastî êrîşê hat, 3 rojnameger rastî tundiyê hatin, 13 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 6 rojnameger hatin girtin û 4 binpêkirinên girtîgehê di daneyan de xuya bûn.
 
Binpêkirinên azadiya raman û derbirînê ya li dijî rojnamegeran de; derbarê rojnamegerekê de doz hat vekirin, darizandina 5 rojnamegeran û 5 dosyayên rojnamegeran berdewam kirin.
 
Di meha Cotmehê de 6 rojnamegerên jin hatin girtin. Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever û Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger li Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî bi hinceta cezayê wê heye li Amedê hat girtin. 6 rojnamegerên jin dema hatin girtin, ji malên xwe heta birin girtîgehê rastî her cure tundiya fizîkî û psîkolojîk û îşkenceyê hatin.
 
DANEYÊN GIŞTÎ
 
Di daneyên giştî yên binpêkirinên jiyan û ewlehiyê yên 3 mehên dawî de; 5 rojnameger rastî êrîşan hatin, 20 rojnameger rastî tundiyê hatin, 18 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger hatin girtin, 12 rojnameger hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 4 rojnameger hatin hedefgirtin, 9 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin.
 
Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 7 rojnameger doz li wan vebûn, 26 rojnameger darizandina wan berdewam kir, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn vebû û 2 rojnameger jî rastî zext û sansûrê hatin.
 
Navên hevalên me yên rojnameger ên jin ên heta meha cotmehê hatin girtin ev in; 
 
Lîsteya rojnamegerên jin ên girtî yên heta meha cotmehê 
 
1.Berîvan Altan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
2.Ceylan Şahînlî – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
3.Derya Ren – Nûçegihana JINNEWS’ê
4.Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
5.Dîren Yurtsever – Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamayê
6.Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê
7.Elîf Ungur – Pêşkêşvana Bernameyê
8.Habîbe Eren – Nûçegihana JINNEWS’ê
9.Hatîce Duman – Xwedî û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê
10.Neşe Toprak – Pêşkêşvana Bernameyê
11.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
12.Ozlem Seyhan – Rojnameger
13.Oznur Deger – Nûçegihana JINNEWS’ê
14.Remzîye Temel – Rojnameger
15.Safiye Alagaş – Midûra JINNEWS’ê
16.Sîbel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
17.Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
 
Bi vî awayî tê xuyakirin ku heta dawiya meha Cotmehê hejmara rojnamegerên jin ên girtî, bûne 17… Em ji vê derê careke din bang li kesên ku dema nikarin bi girtinan rojnamegeran ji qadan dûr bixînin û bi rêbaza îşkenceyê hewl didin wan bitirsînin dikin ku: rojnamegerên jin heta niha serî li ber we netewandin û dê netewînin jî.
 
Wek Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê, ji bona ku hemû rojnameger bi awayekî azad karê rojnamegeriyê bikin, em banga avakirina bingeheke pêkan û serbestberdana rojnamegerên girtî dikin. Rojnamegerî ne sûc e, çapemeniya azad û rojnamegeriya jinê nayên bêdengkirin…
 
Ev dane ji parvekirinên xebatên DFG, CFWIJ, MLSA, TGS, DÎSK Basin Îş û ji ajansan hatine berhevkirin û hejmara herî kêm temsîl dike.”