Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 15:33 2 Kanûn 2022
  • |
img
SÊRT - Jina bi navê Dîlan Y. ku hate îdiakirin întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da. 
 
Dîlan Y. ya 22 salî ku hate îdiakiri ku întihar kiriye jiyana xwe ji dest da. Bûyer di 20’ê mijdarê de li Yenî Mahalleyê qewimî. Li gorî îdiayê Dîlan Y. li mala lê dijî hewl da xwe bikuje. Piştî ku bavê wê ev rewş ferq kir ji aliyê tîmên 112’ê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê. Hate hînbûn ku Dîlan Y. a li beşa lênerîna awarte dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Dîlan Y. ji bo otopsiye rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Hevjînê Dîlan Y., Sezer Y. jî piştî bûyer bihîst hewl da xwe ji ser banê petrolekê de biavêje û xwe bikuje. Dermankirina Sezer Y. a li beşa lênêrîna awarte berdewam dike.