Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir

  • jin
  • 09:22 27 Adar 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Derket holê ku li Midyadê 12 zilaman M.D.’ya 17 salî îstismar kiriye. Hat îdiakirin ku malbatê bi zorê zewicandin li M.D. ferz kiriye û bi pereyan ser vê yekê nixumandiye. 

Derket holê ku li Midyada Mêrdînê nêzî mehek berê 12 zilaman M.D.’ya 17 salî îstismar kiriye. Hat hînbûn ku M.D. li tekstîleke li bajêr dixebitî û bi awayekî sistematîk hatiye îstismarkirin. 
 
Dema hefteyekê malbat lê digere, kifş dibe ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê M.D. tê tedawîkirin û paşê radestî Saziya Hêvişandinê ya Zarokan a Mêrdînê tê kirin. 
 
HAT ÎDIAKIRIN BI PEREYAN SER BÛYERÊ HAT GIRTIN 
 
Malbatê M.D.’yê ji Saziya Hêvişandinê ya Zarokan wergirt û bir malê. Lê belê der barê kesên ku M.D.’yê îstismar kirine bi awayekî hûrguliyane agahî bi dest neketin. Her wiha nayê zanîn ka der barê bûyerê de kes hatiye binçavkirin an na. 
 
Hat destnîşan kirin ku malbata M.D.’yê jî ji bo ser bûyerê bê girtin li M.D. zewicandina bi kiryarekî re hatiye ferzkirin. Lê belê hat derpêşkirin ku dema malbata kiryar ev yek qebûl nekiriye, bi 30 hezar lîreyî ser bûyerê hatiye girtin.