TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • jin
  • 13:08 11 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - TJA’yê bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê da zanîn ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re binpêkirinên mafan zêdetir bûne û wiha got: “Serkeftin dê ya me be, serkeftin dê ya mafên mirovan be.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî binpêkirinên mafên mirovan. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di hemû serdemên ku şertên faşîzmê derketin holê, mafên mirovan hatine binpêkirin. Tecrîda girankirî ya di serî de li gelê kurd û li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, bi awayekî herî tund tê meşandin. Şer ku binpêkirina herî giran ên mafên mirovan e li gelan tê ferzkirin. Tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in didome. Qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re, di qanûnan de bi eşkereyî weke binpêkirina maf hatiye diyarkirin. ‘Mafê hêviyê’ ku divê di her şert û mercan de hebe, li Îmraliyê li hevsengiyên navneteweyî diqele. Berjewendiyên dewletan bi ser mafên mirovan re tên dîtin. 
 
TECRÎD Û GIRTÎGEH 
 
Garîbe Gezer ku salek berê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û ev jî nîşan dide ku li girtîgehan mafên mirovan nînin. Tevî dîmenên îşkenceyê jî dosyaya Garîbeyê bi îdiaya ‘delîl kêm in’ hate girtin û faîl nehatin darizandin. Her wiha girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin, mafên wan ên tedawiyê, şopandina ragihandinê, hevdîtin, jiyana civakî bi awayekî keyfî tên binpêkirin. Bandora tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bandora xwe li hemû girtîgehan dike. Mafên bingehîn ên weke perwerdeya bi zimanê dayikê û jiyanê yên gelê kurd ev sed sal in tên binpêkirin. Gelê kurd rastî pişaftinê tê, siyasetmedar û aktîvîstên wan ên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin bi awayekî derhiqûqî tên girtin. Baweriya elewîtiyê weke bawerî nayê naskirin û bêyî ku fedî bikin girêdayî Wezareta Çandê dikin. Xweza û erdnîgariya me bi qurbanî polîtîkayên şer û kapîtalîzmê tên kirin. Qanûnên ku divê mafên mirovan biparêzin, hêjta dewletan diparêzin. 
 
JIN JIYAN AZADÎ
 
Her wiha tundiya li dijî jinê di lûtkeyê de ye û bi destê mêr-dewletê ve tê rewakirin. Yên ku Peymana Stenbolê di şevekê de betal kirin, hêj niha jî tundiya li dijî jin û zarokan rewa dikin. Mafê me yên xwebirêxistinkirê rastî êrişan tê û kesên têkoşîna jinan didin dibin hedef. Aktîvîstên me yên têkoşîna azadiya jinê didin bi dozên kompasê tên binçavkirin û darizandin. Jîna Emînî li Rojhilat bi hinceta ku laçik nexistiye serê xwe hate qetilkirin û Nagihan Akarsel jî bi sedema ku mafên mirovan diparast li Başûr hate qetilkirin. Lê belê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li dijî hemû avadaniyên desthilatdariyê ji bo parastina rûmet û mafên mirovan weke felsefeya sedslaa 21’an li kolanan aj dide. Bi pratîkeke rasteqîn a mafên mirovan dikare pêşî li ber tecrîda girankirî û polîtîkayên şer were girtin. Em 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan di serî de li jinan, li tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin û kesên ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin silav dikin. Serkeftin dê ya me be, dê ya mafên mirovan be. Jin, jiyan, azadî.”