Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin

  • jin
  • 15:27 12 Kanûn 2022
  • |
img

RIHA - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê laçikên xwe yên spî danîn erdî, li dijî şer banga aştiyê kirin. 

 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê ji bo şerê ku li Kurdistanê berdewam dike li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser piyan” hate vekirin. Meyaset Korkmaz a li ser navê dayikan axivî, bi lêv kir ku weke Dayikên Aştiyê yên Rihayê li dijî şerê tê meşandin aştiyê dixwazin. Korkmaz, anî ziman ku êdî naxwazin tu çek werin bikaranîn û wiha got: “Di her bikaranîna çekan de dilê dayikên leşker û gerîllayan dişewite. Em êdî naxwazin dilê dayikan bişewite. Em li hemû cîhanê û li Tirkiyeyê şer naxwazin. Ji şer re dibêjin na.”
 
Korkmaz a ji bo pêkanîna aştiyeke birûmet bang kir, bi bîr xist ku heke jin laçikên xwe yên spî biavêjin erdê şer disekine û got: “Em dixwazin şer bisekine.”
 
Dû re dayikan ji bo şer bi dawî bibe laçikên xwe yên spî ji serê xwe kirin û danîn erdî. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku di daxuyaniyê de axivîn jî xwestin tecrîd were rakirin û şer bi dawî bibe. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.