Leşkerê ku ji ber sûcê zayendî ceza lê hatiye birîn li derveyî sînor hat peywirdarkirin!

  • jin
  • 10:55 13 Kanûn 2022
  • |
img

AMED - Çawişê pispor ê bi navê Bîlal Ozyîgît li Amedê tacîza zayendî li S.S. kiribû û bi cezayê pereyan hatibû berdan. Hat zanîn ku Ozyîgît peywira xwe ya leşkeriyê li derveyî sînor didomîne. 

 
Çawişê pispor ê bi navê Bîlal Ozyîgît li Amedê tacîza zayendî li jina bi navê S.S. (ji ber ewlehiyê navê wê hat guherandin) kir. Dadgehê jî bi biryara xwe tacîz piştrast kir. Hat zanîn ku Ozyîgît niha li derveyî welat peywira xwe didomîne. Doza têkildarî tacîza zayendî li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate vekirin. Di dozê de dadgehê weke ceza biryar da ku tacîzkar Ozyîgît 9 hezar û 200 TL pereyê heqê parêzer bide û bi hinceta “Di çarçoveya hukmê xala 231/8’an a Qanûna Mihakemeya Cezayan de, bersûc bêyî ku tevdîra şertê kontrola edlî bê sepandin, dê 5 salan di bin venihêrînê de bimîne” hate berdan. Hat ragihandin ku Ozyîgît, peywira xwe ya leşkeriyê li derveyî welêt didomîne. 
 
PEREYÊ PARÊZER WEKE CEZA HAT DAYÎN 
 
S. S.’ê  da zanîn ku derheqê Bîlal Ozyîgît ê tacîza zayendî lê kirî de li Navenda Polîsan a Şehît Alîşan Erol a Amedê gilî kiriye û piştre 3 caran cihê peywira wî hatiye guherandin. S.S., bi lêv kir ku piştî giliyê wê, di meha hezîranê de îfadeyê Ozyîgît hatiye girtin û bertek nîşan da ku pereyê parêzer ê 9 hezar û 200 TL weke ceza hatiye birîn. S.S.’yê got ku Ozyîgît hêj li ser peywira xwe ye. 
 
JI BO LEŞKERAN CEZA TUNE YE! 
 
S.S. bertek nîşanî biryarê da û ev tişt anî ziman: “Di dozê de necezakirina kesên biûnîforma heye. Li gel ku wêneyên mustehcen şandine jî tenê cezayê pereyan dan û berdan. Biryar dan ku tenê pereyê parêzeran bidin. Anku dê 9 hezar û 200 TL’an bide. Her wiha ji bo tazmînata manewî jî 300 hezar TL. Xuyaye ku dema faîl leşker û polîs bin, qanûna necezakirinê dikeve meriyetê. Heke îro hêj li ser peywira xwe be, ev tê wê wateyê ku dewlet lê xwedî derdikeve.” S.S., daxuyand ku tayîna Ozyîgît herî dawî bo Hatayê derketiye û niha jî li derveyî sînor hatiye peywirdarkirin.