'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'

  • jin
  • 20:23 14 Kanûn 2022
  • |
img
DERSIM – Platforma Jinan a Dersimê têkildarî destdirêjiya li zarokan a cemaet û terîqatan daxuyaniyek da û got ku ew feraseta ku jiyana jinan û zarokan tune dihesibînin qebûl nakin. 
 
Platforma Jinan a Dersimê, têkildarî destdirêjiya li zarokan a li terîqet û cemaetan li Kolana Hunerê kom bû heya Qada Seyîd Riza meşiya. Di meşê de pankarta ku li ser “Sûcdarên destdirêjiyê veneşêrin" nivîsandî hat vekirin dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bedeng nemîne û nebe hevparê vî sûcî" hatin berzkirin. Li ser navê platformê Nûrşat Yeşîlê metna daxuyaniyê xwend.
 
Yeşîlê bibîr xist ku “Serokê Rûmetê yê Weqfa Hîranûrê ya girêdayê Cemaeta Îsmaîlaxayê, keça xwe ya 6 salî zewicandiye û bi salan dest dirêjî vê zarokê hatiye kirin û got: "Her roj bûyereke destdirêjiyê an jî tundiya li ser jinê rû dide. Ev rewşeke pir xetere ye.” 
 
Yeşîlê diyar kir ku di bûyerên bi vî rengî de di polîtîkaya bêcezatiyê de tê israrkirin û got ku ew vê ferasta ku rê li ber van tiştan vedike qebûl nakin. Yeşîlê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku li vî welatî yên tahdeyê li jinan dikin û yên destdirêjiyê dikin û jinan dikujin tên parastin û wiha got: "Em ê zarokên xwe teslîmî tarîtiya vê hişmendiya ku jiyana jinan û zarokan tune dihesibîne nekin."