Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin

  • jin
  • 10:48 16 Kanûn 2022
  • |
img
KONYA - Jina bi navê Ayşe Temel ku li navçeya Selçukluyê li dijî zilamê bi navê Mûrat Can Eskîcî yê destdirêjî lê dikir parastina xwe ya cewherî kir û kuşt, hate girtin. 
 
Jina bi navê Ayşe Temel li navçeya Selçuklu ya Konyayê li dijî zilamê bi navê Mûrat Can Eskîcî ku 3 sal bûn bi awayekî sîstematîk destdirêjî lê dikir, parastina xwe ya cewherî kir û kuşt. Bûyer di 12’ê kanûnê de çêbû û Temel hat binçavkirin. Şandeya dadgehê ji bo Temel biryara girtinê da. 
 
Temel, di danişîna dozê de diyar kir ku Mûrat Can Eskîcî zêdetirî 3 sal in bi awayekî sîstematîk destdirêjiyê li wê dike û gefa tecawizkirina zaroka wê lê xwariye. Hat zanîn ku Mûrat Can Eskîcî beriya niha jî destdirêjî li xizmeka xwe kiriye.