Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin

  • jin
  • 13:47 22 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Ji bo parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ku ji dosyaya Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin.
 
Danişîna 7'emîn a doza endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ûlaş û parêzerên xwe Gozde Ergîn û Oyku Çakmak amade bûn. 
 
Di danişîna ku heyet têde hat guhertin de dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û îdia kir ku sûcên tê gotin Ûlaş kiriye û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza hefsê derbarê Ûlaş de xwest. 
 
Parêzerên Ûlaş ji bo parastina li dijî mutalayê dem xwestin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û doz taloqî 28'ê sibata 2023'yan kir.