Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?

  • jin
  • 16:29 23 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Tora Têkoşîna bi Tundiyê re bertek nîşanî negirtina faîl Mûsa Sevîm ê di 13'ê mijdarê de Meryem Sevîm qetil kir da û wiha got: "
 
Tora Têkoşîna bi Şîdetê re ya Amedê, derbarê faîl Mûsa Sevîm ê di 13'ê mijdarê de Meryem Sevîm qetil kir de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Nûnerên Torê, ferdên malbata Meryemê, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û hevalên Meryemê jî tev li daxuyaniyê bûn.
 
Endama Tora Têkoşîna bi Tundiyê re parêzer Newroz Ûysal, diyar kir ku ku îro sedema wan a li ber edliyeyê ji ber serbest hiştina kujerê Meryemê ye. Newroz diyar kir ku kujer li derve serbest digere.
 
'MERYEM LI CIHÊ HERÎ QELEBALIX E'
 
Pişt re li ser navê torê endama Navenda Mafên Jinan a Baroyê Dîren Vûrgûn metna daxuyaniyê xwend û got: "Meryem li cihê herî qelebalix ê Amedê li kafeyekê qetil kirin. Mûsa Sevîm ji cihê bûyerê reviya û li gel lêgerîna derbarê wî de 40 roj e nehatiye girtin. Roj bi roj qetilkirina jinan zêde dibe û gihîştiye asta qirkirinê. Di sala 2022'yan de li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin li Tirkiyeyê ji 300'î zêdetir jin hatine qetilkirin. Ev jî asta tundiyê ku hatiyê nîşanî me dide. Em ê li dijî tundiya li jinê tê kirin û zîhniyeta mêr ku dixwaze qirkirina jinan bi civakê bide qebûlkirin  têkoşîna xwe bidomînin."
 
'ERKA DARAZÊ CEZAKIRINA KUJERAN E'
 
Vûrgûn, diyar kir ku li hemû kolanên Amedê kamera hene, lê li gel vê jî kujerê ji cihê bûyerê reviya 40 roj e nayê girtin. Vûrgûn, anî ziman ku ew bi gûmana lêpirsîn bi rêk û pêk nayê kirin dijîn û ji ber biryara nepeniyê ya li ser dosyayê ew nikarin asta ku lêpirsîn tê de ye bişopînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Musa Sevîm ê ku bi qetilkirina Meryemê nehat girtin, kesên ku li dijî qetilkirina meryemê bêdeng neman û ji bo wê edaletê dixwazin jî tehdît dike. Ser bûyerên qetilkirina jinan nikare bê girtin. Erka darazê ew e ku hemû cînayetên jinan lêkolîn bike, kujeran bi cezayê heq dîtin ceza bike û edaletê bi cih bîne."
 
'EM Ê ŞOPDARÊN DOSYAYÊ BIN'
 
Vûrgûn, di berdewamê axaftina xwe de wiha got: "Em careke din bi bîr dixin, erka dewletê ye ku li gorî Peymana Stenbolê, jinan ji her cureyê tundiyê biparêze û tundiya nava malê ku li jinan tê kirin lêkolîn bike.Wekî Tora Piştevaniya bi Tundiya re em ê şopdarên dosyaya derbarê qetilkirina Meryem Sevîm bin û heta ku her jinek bi qanûnan bê parastin û wekheviya civakî pêk bê wê têkoşîna me bidome."
 
'HEKE DEWLET BIXWAZE DIKARE BIGIRE'
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn dayika Meryemê Muhabet Sevîm axivî û got: "Bila kujerê keça min bê girtin. Wê heta kengî xwe veşêre?  Heta ku kujer bê girtin ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Dayika kujer her ro ji me re peyamê dişîne û dibêje, 'lawê min li Iraqê ye tu kes nikare dest bidê'. Lê heke ku dewlet bixwaze dikare di 24 saetan de wî bigire."
 
'HEKE DEWLET HEBE BILA KUJER BIGIRE'
 
Herî dawî xwişka Meryemê Gulîstan Sevîm axivî û got: "Heke dewlet hebe bila kujer bigire. Îro tişta hat serê me dê sibê bê serê hinekî din. Bila tu kes bêdeng nemîne. Ka edalet li ku ye? Ka dewlet çima nagire. Her roj me tehdît dike. Ji ber ku vir Amed e ne kes dengê xwe derdixe û ne jî kujer tê girtin. Ger ku bihata hesabê we we niha ji zû ve girtibûna. Piştî ku xwişka min qetil kiriye, qêriya ye û gotiye, 'Navê min Musa Sevîm e'. Dêmekî bi dewletê bawer e û ji cihekî cesaretê digire. Çima piştî ku xwişka min tê qetilkirin agahiyê didin me? Ger ku alîkarî nedabûna wî wê zû agahî bidana me."
 
Daxuyanî piştî metnê hat xwendin û axaftinan bi dawî bû.