Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin

  • jin
  • 20:32 23 Kanûn 2022
  • |
img
DERSIM- Meclîsa Xwendekarên Demokratîk a Dersimê devavêtin û destavêtina diransaz Mehmet Demîrbaş a li xwendekareke jin şermezar kir. 
 
Li Dersimê duh danê sibehê xwendekareke jin li klînîka diranan a lê dixebite, rastî devavêtin û destavêtina diransaz Mehmet Demîrbaş hat Endamên Meclîsa Xwendekarên Demokratîka  Dersimê têkildarî mijarê li Kolana Hunerê kom bûn û daxuyaniyek dan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê jî piştgirî da daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em têkoşîna xwe ya li dijî destavêtin, destdirêjî, qirkirina jinê û dewleta-mêr mezin dikin" nivîsandî hat vekirin. Gelek xwendekar tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Li ser navê Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Arjîn Îrmezê metna daxuyaniyê xwend. Îrmezê diyar kir ku di demên dawî de bi gelek bûyerên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û wiha got: "Li Tirkiyeyê jin her roj bi tahdeyê, destavêtin û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Par li Zanîngeha Mûnzûrê 45 hevalên me rastî destavêtina mamosteyên beşê hatin. Em her roj hîn bêtir bi îdiayên destavêtinê re rû bi rû dimînin. Îsal bi teklîfên wekî bûrsê û alîkariya maddî pêwendî bi hevalên me re tê danîn. Bila ev îdiayên destavêtinê bên vekolandin û çi hewce be bê kirin. Em ê her tim van destavêtinan eşkere bikin û bitêkoşin."