EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike

  • jin
  • 15:23 27 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - EŞÎK’ê diyar kir ku AKP nikare ji bo maf û azadiyan guhertineke makeqanûnekê bike û li dijî guhertinê bang li partiyên mûxalîf kir ku bêjin “na”. 
 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK)  der barê kampanyaya îmzeyan a ku li dijî pêşniyara AKP'ê ya guhertina makeqanûnê ya li ser laçikê dane destpêkirin de li Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li dar xist. Saziyên îmzekar Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD), Yekitiya Ekolojiyê, (ÇYDD), Federasyonên Elewiyan, LGBTÎ û gelek kesên din tevlî civîna ku pankrata “Muzakereyê jî nekin, ji guhertina makeqanûnê re na” hat vekirin. 
 
‘DESTHILATA KU SERXWEBÛNA DARAZÊ JI HOLÊ RAKIR’
 
 
Li ser navê nûnerên saziyan endama EŞÎK’ê Sevilay Çelenk metna çapemeniyê xwend. Çelenk, xwest ku tu partiyên muxalefetê tev li civîna pêşniyara AKP'ê ya guhertina makeqanûnê ya li ser laçikê nebin û bang kir ku partiyên muxalefetê dengê “na” bidin. Çelenk, destnîşan kir ku pêşniyara AKP’ê ya makeqanûnê rêgeza wekheviyê binpê dike.